03:06 26 Gulan 2018
Sergey Lavrov û Şêx Muhammed bin Abdurrahman el Sanî

Lavrov pêşwaziya hemkarê xwe qetarî kir: Em bi endişe ne

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê pêşwaziya hemkarê xwe yê qetarî Şex Muhammed bin Abdurrahman el Sanî kir û daxuyaniyek dane çapemeniyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemenî ya bi hemkarê xwe yê qetarî de ji bo krîza welatên kendavê got: "Em bi endişe ne. Em dixwazin krîza heyî bi rêya diyalogê were çareserkirin."

‘EM Ê BI DOHA YÊ RE DIYALOGÊ DEWAM BIKIN'

Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: "Rûsya mudaxeleya nava ti welatên din nake, lê têkçûna têkiliyên navbera welatên cîran me dilgiran dike. Krîza dawî ya navbera welatên erebî jî di nav de û ya Dohayê em dixwazin bi rêya diyalogê were meşandin."

‘JI BO TEKOŞÎNEKE BI BANDOR DIVÊ TÊKILÎ WERIN DAYÎN'

Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku em bi terorîzmê re tekoşîneke bi bandor bidin divê em têkiliyê di navbera welatên kendav û aktorên derve de çêbikin. Ji bo vê pêvajoya navborî em bi gelek aliyan re pêwendiyê datînin. Serokê Rûsyayê Pûtîn jî bi hemkarên xwe re hevdîtinên telefonî dike. Moskowa ji bo diyalogê wê hewl bide."

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Amerîka ji medya Rûsî re bibe asteng, em ê bersivê bidin
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê kontrola sînorê Urdunê bidestxist
Rûsya: Serokên DAIŞê û HSDê li hev kir
Pispora Rûsî: Helwesta Rûsya û Tirkiyê di mijara Qeterê de yek e
Pentagon: Rûsya ji bo pergalên parastina moşekên Amerîkayê tehdîd e
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Qetarê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Şêx Muhammed bin Abdurrahman el Sanî, Sergey Lavrov, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de