14:00 19 Hezîran 2018
Şervanekî YPG li Hesekê

Rûsya: Serokên DAIŞê û HSDê li hev kir

© REUTERS / Rodi Said
Rûsya
Lînkê kurt
113

Fermandarê Yekîneya Rûsî ya li Sûriyeyê Sergey Surovîkîn ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi serokên DAIŞê re li hev kirine. Li gorî li hev kirine rêxistin ji herêmên ku di bin kontrola wan de ne, dê bê şer vekişin.

Surovîkîn got: "Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê û HSDê li şûna tunekirina terorîstên ku bûne sedema kuştina bi hezaran gelê sûrî, bi serokên DAIŞê re li hev dikin. Serokên DAIŞê di çerçoveya peymanê de ji herêmên ku kontrol dikin vedikişin û derbasî herêmên ku hêzên rejima Sûriyeyê bi çalakin, dibin."

‘AMERÎKA DIXWAZE PÊŞKETINA ARTÊŞA SÛRIYEYÊ ASTENG BIKE'

Surovîkîn wiha pê de çû: "Amerîka di bin banê têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Sûriyeyê, dixwaze pêşketina Artêşa Sûriyeyê asteng bike."

Bi heman mijarî:

HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
Şêneyên Reqa û Tabqayê li Kampa- El Keramê di nav zehmetiyê de ne
HSDê rêya navbera Reqa û Tebqayê bidest xist
Pispora Rûsî: Helwesta Rûsya û Tirkiyê di mijara Qeterê de yek e
Pentagon: Rûsya ji bo pergalên parastina moşekên Amerîkayê tehdîd e
Pûtîn: DAIŞê ji bo bêîstîqrarkirina başûrê Rûsyayê û Asyaya Navîn planên nû amade dike
Etîketan:
koalîsyon, li hev kirin, HSD, DAIŞ, Sergey Surovîkîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de