06:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ruysa Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Pûtîn: DAIŞê ji bo bêîstîqrarkirina başûrê Rûsyayê û Asyaya Navîn planên nû amade dike

    © Sputnik/ Aleksey Nikolski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku mîlîtanên DAIŞê bo bêîstîqrarkirina herêmên başûrê Rûsyayê û Asyaya Navîn planên nû amade dikin.

    Pûtîn di Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê (ŞIO) ku li Astanayê paytexta Kazakîstanê hat lidarxistin de axivî û balê kişand ser planên DAIŞê bo bêîstîqrarkirina başûrê Rûsyayê û Asyaya Navîn û bangî zexmkirina koordinasyona di navbera saziyên îstîxbaratê yên welatên ŞIOyê kir.

    Putin got: "Ne pêkan e ku em ji hewldanên çalakiyên li welatên me yên terorîstên ku li Afxanîstanê bicih bûne dûr bisekinin. Hucreyên DAIŞê çalakî li welatên ŞIOyê pêk tînin. Lêpirsîna derbarê êrişa li St. Petersburgê vê reastiyê dide nîşandan."

    ‘FIREHBÛNA ŞIOyê DÊ SERJIMARA RÊXISTINÊ ZÊDE BIKE'

    Pûtîn nêrînên xwe yê di derbarê pêvajoya endamtiya welatên Pakîstan û Hindîstanê bo firehbûna rêxistinê parve kir.

    Serokê Rûsyayê eşkere kir ku firehbûn dê di warê siyasî, aborî, mirovî û serjimariya ŞIOyê dê zedetir bike.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Li Sûriyeyê pêşveçûnên bi hêvî û firsenda agirbesta çêbû
    Pûtîn: Li Amerîkayê serok diguherin lê polîtîkaya welat naguhere
    Pûtîn ji Şi Cinping re got, ‘Şervanê bitenê’
    Derhênerê Amerîkî Stone mebesta belgefîlmê Pûtîn eşkere kir
    Dokumantera ‘Hevpeyvînên Pûtîn’ 12ê Hezîranê dikeve weşanê
    Etîketan:
    amade, plan, bêîstîqrarî, DAIŞ, Vladimîr Pûtîn, Kazakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de