22:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Li Sûriyeyê pêşveçûnên bi hêvî û firsenda agirbesta çêbû

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de ragihand ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê pêşveçûnên bi hêvî û firsenda agibestê çêbû.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li paytextê Astana yê Kazakistanê di axaftina xwe ya civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê de (ŞIO) de got: "Di demên dawî de ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê pêşveçûnên bi hêvî çebûn. Ev rewş rasterast bi hevdîtinên Astana yên Rûsya Tirkiye û Îranê re girêdayî ye. Di hevdîtinan de serkeftineke wekî ragihandina agirbestê û avakirina kêmkirina herêmên gengeşiyê çêbûn. Îro bi saya vê agirbestê pêvajoya Cenevê bileztir bû."

    ‘HEVKARIYA ERÊNÎ Û DIRIST DIKARE TERORÎZMÊ TÊK BIBE'

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serkeftina li dijî terorîzmê bi hevkariyeke xurt û dirist pêk tê. Divê bêyî tawîz were dayîn tekoşîn li dijî terorîzmê bê dayîn. Herwiha divê sedemên ekonomîk, civakî, cudatî û îdeolojî yên tund ku dibe behaneya terorîzmê were rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Li Amerîkayê serok diguherin lê polîtîkaya welat naguhere
    Pûtîn ji Şi Cinping re got, ‘Şervanê bitenê’
    Derhênerê Amerîkî Stone mebesta belgefîlmê Pûtîn eşkere kir
    Dokumantera ‘Hevpeyvînên Pûtîn’ 12ê Hezîranê dikeve weşanê
    Pûtîn: Em amade ne dijî terorê hevkarîya zêdetir bi Îranê re bikin
    Pûtîn: Ez ne jin im, rojên min ên xirab çêna bin
    Etîketan:
    Rêxistina Hevkariya Şanghayê de (ŞIO), Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Astana, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de