06:35 13 Kanûn 2017
Zindî
    êrîşên sîber - hackkirin

    Peskov: Ji Amerîkayê êrîşên sîber tên ser malpera Kremlînê

    © REUTERS/ Kacper Pempel/Illustration
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku her roj ji Amerîkayê êrîşên sîber bi ser malpera înternetê ya Serokatîya Dewleta Rûsyayê de têne kirin.

    Peskov wiha axivî: "Her roj ji ser erda Amerîkayê tê tesbîtkirin ku êrîşên sîber têne kirin. Di nav van êrîşan de yên ser malpera Serokatîya Dewleta Rûsyayê jî hene."

    Peskov li ser pirsa destê îstixbarata Amerîkayê di van êrîşan de heye yan na, jî got, "Min tenê got ku êrîş ji ser erda Amerîkayê tên. Naxwazim bi gotinên ‘li pişt êrîşan Washington heye' serê raya giştî tevlîhev bikim."

    Peskov herwiha da zanîn ku hatina êrîşan ji ser erda welatekî nayê wateya ku destê rêveberîya wî welatê tê de heye.

    Berdevkê Kremlînê dîsa got ku ji ser rêyên cuda hewlên destwerdana karên navxweyî yên Rûsyayê hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê DYAyê ji Spûtnîkê re got: Em amade ne bi Rûsyayê re bixebitin
    Şerê li Reqayê dewam dike: HSDê wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞê îmxa kir
    Parêzerê Trump ji bo dîrektorê berê yê FBIyê daxwaza lêpirsînê kir
    Derhênerê Amerîkî Stone mebesta belgefîlmê Pûtîn eşkere kir
    Lavrov û de Mistura li ser Astanayê peyivîn
    'Daxwaza alîkariyê ji Tirkiye û Îranê ya Qeterê rûpelek trajîk ya krîzê dibe veke'
    Barzanî bi destnivîsa xwe peyama referandûmê belav kir
    Etîketan:
    Peskov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de