12:39 25 Îlon 2017
Zindî
    Dêr

    Civakên olî yên rûsî wê alîkariya însanî bişînin Sûriyeyê

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1630

    Berpirsê têkiliyên derve yên Dêra Ortodoks a Rûsî Stephen Îgumnov ragihand ku alîkariya însanî ku me li Rûsyayê kom kiriye em ê bişînin Sûriyeyê.

    Konseya Hevkarîger a Navbera Civakên Olî ku di bin banê Komîteya Hevkariya Navneteweyî kar dike û girêdayî Serokatiya Dewleta Rûsyayê li welat bi rêya civakên olî ji bo xelkê Sûriyeyê alîkariya însanî berhev dikin.

    Berpirsê têkiliyên derve yên Dêra Ortodoks a Rûsî Stephen Îgumnov derbarê mijarê de got: "Di nava vî du mehê dawî de ku komîte hatiye avakirin alîkariya pêşî ku were şandin amade ye. Sewkiyata pêşî wê dawiya vê mehê pêk were. Wezareta Parastin a Rûsyayê sewkiyatê pêk tîne."

    Îgumnov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di nava alîkariyên însanî de xwarin, zad, cil û berg û amûrên tibî hene. Alîkarî wê ji aliyê navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê were belavkirin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê 4.8 ton alîkariya mirovî şand Sûriyeyê
    Leşkeren Rûsyayê operasyonên alîkariya mirovî pêk anîn
    Fermandara HSDê: Me rê li ber alîkariya DAIŞê girtî ye
    Neteweyên Yekbûyî: Li Gutayê pêwistiya însanan bi alîkariya lezgîn heye
    Yekem alîkariya Rûsyayê gihişt Yemenê
    Etîketan:
    Alîkariya însanî ya civaka olî yên rûsî, Berpirsê têkiliyên derve yên Dêra Ortodoks a Rûsî, Stephen Îgumnov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de