11:11 23 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Barzanî û Pûtîn li hev dicivin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yûriy Ûşakov eşkere kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çerçoveya Forûma Aborî yê Navneteweyî ya St. Petersburgê de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk bîne.

    Ûşakov destnîşan kir ku di hevdîtina roja îne yê Pûtîn û Barzanî de tê payîn ku mijara têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Iraq û Sûriyeyê dê binirxînin.

    ‘TÊ HÊVÎKIRIN KU PÛTÎN Û MODÎ HERÎ KÊM DÊ 10 PEYMAN MOR BIKIN'

    Ûşakov ragihand ku Pûtîn di çerçoveya forûmê de dê bi Serokê Hindîstanê Narendra Modî re jî hevdîtin pêk bîne. Ûşakov eşkere kir ku her du serok peymana dayîna krediye bo Hindîstanê bo avakirina uniteyên 5. û 6. Santrala Nukleerî dê mor bikin.

    Uşakov, destnîşan kir ku hêvî dikin Pûtîn û Modî herî kêm 10 peyman mor bikin.

    ‘HEVDÎTIN BI GUTERRES Û DODON RE PÊK BÊN'

    Ûşakov ragihand ku Pûtîn di forûmê de bi Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Dewleta Moldovayê Îgor Dodon, Serokê Dewleta Komara Sirpê Milorad Dodiç û bi gelek bazirganan re hevdîtin pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Daneyên pêbawer hene ku DAIŞê bi HSDê re li hev kiriye
    Barzanî gihîşt Saint Petersbutg ê
    Li Rûsyayê heştpê ya mezin ji akvaryûmê reviya
    ‘Pêşeroja kurdan tê tunekirin'
    ‘Nurî Malikî ji hêrsa nava xwe êrişî Kurdistanê dike'
    Etîketan:
    terorîzm, têkoşîn, mijar, Hevdîtin, Nêçîrvan Barzanî, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de