14:52 24 Çile 2018
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Daneyên pêbawer hene ku DAIŞê bi HSDê re li hev kiriye

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    145

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê ku eşkere kiribû DAIŞê bo ji Reqqayê derkeve bi Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) re li hev kiriye de ragihand ku daneyên pêbawer hene.

    Ji Lavro daxuyaniya Wezareta Parastinê di civîna çapameniyê ya hevper li Moskowê bi hevkarê xwe yê Zambiyayê Harry Kalaba re hat pirsîn.

    ‘WEZARETÊ EV AGAHÎ PIŞTRAST KIR'

    Lavrov got: "Biqasî ku min bihîstiye HSDê daxuyaniya Wezareta Parastinê ji bo ku endamên DAIŞê ji aliyê Reqayê ve ber bi Palmîrayê ve biçin di warê peydakirina korîderekê li gel DAIŞê li hev kiriye red kir. Lê Wezareta Parastin a Rûsyayê ew agahiya piştrast kiriye. Ev agahiyên xwe dispêre daneyên pêbawer. Herwiha piştî ku ev agahî di rayagişitî da belav bû, endamên DAIŞê ji Reqayê derketin û ber bi Palmîrayê BI rê ketin.

    'RÛSYA LI KU MÎLÎTANEKÎ DAIŞê BIBÎNE DÊ LÊXE'

    Milîtanên DAIŞê
    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Lavrov diyar kir ku Rûsiyayê di çarçoveya agahiyên Hêzên Hewayî û Fezayî da li wan endamên DAIŞê yên ku ber bi Palmirayê ve dçûn daye û ev tişit gotin: "Endamên DAIŞê li kuderê bê dîtin, em dê gavan bavêjin. him endamên wan, him baregehên wan him jî kampên wan yên perwerdehiyê armancên rewa ne."

    ‘REWŞA LI REQAYÊ KÊMASIYÊN KOORDÎNASYONÊ DIDE NÎŞANDAN'

    Lavrov eşkere kir ku derketina karwanê DAIŞê ji Reqayê dide nîşan ku di navbera alîgrên li Sûriyeyê li dijî terorê têdikoşin de kêmasiya koordînasiyonê heye. Lavrov dest nîşan kir ku Amirîkayê planisaziya xwe ya Reqayê guherandiye û bajar dorpêç kiriye û dê pêşiyê li rizgarbûna endamên DAIŞê bigire û got: "Em ê dê çalakiyên Amerîkayê bişopînin û bibînin."

    ‘BEYÎ KURDAN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ NE PÊKAN E'

    Ji aliyê din ve Lavrov diyar kir ku nûnerên siyasî yên kurdên Sûriyeyî ji bo hevdîtinên li Ceneve nehatine vexwendin. Lavrov wiha pê de çû: "Kurd li qadê 'hêzeke obijektîf' e û li beramberî 'perçeyekî dewleta Sûriyeyê' ne ji ber astengkirina hinek beşdarên hevdîtinên li Cenevê kurd nehatine vexwendin. Lavrov got, "Bêyî kurdan têkoşîna li dijî terorê û gotûbêjkirina pergala destûra bingehîn a Sûriyeyê ne pêkan e."

    ÇAVKANIYÊ WEZARETA PARASTIN A RÛSYAYÊ JI SPUTNIKÊ RE AXIVÎ BÛ

    Çavkaniyekî ji Wezareta Parastin a Rûsyayê ji Spûtinîkê ragehndbû ku DAIŞ ji bo derketina ji Reqayê bi Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê re li hev kirine û gotibû ku "kurd li aliyê başûrê bajar ji bo terorîstan korîderek vekiriye û xwest bêyî pirsgirêk ji bajêr derkeve. Lê hêzên hewa û fezayî yên rûsiyayê di astengkirina vê yekê da bIser ketiye."

    Çavkaniyê eşkere kiribû k udi encama êrişa hewayî ya li dijî kerwana DAIŞê ya ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve de 32 wesayît hatine îmxakirin û 120 terorîst hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê Şam biryarê bide bê çavdêrên bên şandin ji kîjan welatî bin
    ‘Lavrov û Barzanî dê li ser operasyona Mûsilê biaxifin'
    Lavrov û Barzanî li St. Petersburgê dicivin
    Lavrov ji bo nûçeya Comey New York Times li derewê xist
    Lavrov: Haya min jê tine ku DYAyê Rûsya agahdar kir
    Etîketan:
    li hev kirin, HSD, bajêr, kurd, DAIŞ, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de