10:34 24 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Biryarnameya rakirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê îmze kir

    © Sputnik/ Alexey Panov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryarnameya rakirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê îmze kir.

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryarnameya rakirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê îmze kir. Piştî xistina balafira rûsî hikûmeta Rûsyayê hinek mueyîdeyên ekonomîk danîbûn ser Tirkiyeyê.

    Li gorî biryarnameya ku Pûtîn îmze kiriye wê şirketên tirk bikaribin li Rûsyayû kar bigirin û karkerên tirk bikaribin li Rûsyayê bixebitin û astengiyên li pêşiya wê rabûn.

    ‘BERGEHA SEYEHETA VÎZEYÊ FIREH DIBE'

    Pûtîn bi îmzekirina biryarnameya dawî bergeha seyeheta vîzeyê ji bo hemwelatiyên tirk fireh kir.

    Li gorî biryarnameyê hemwelatiyên tirk yên muretebatê balafiran, welatiyên tirk ku xwediyê pasaportên xizmetê ne û ji bp demên kin serdana Rûsyayê dikin û welatiyên tirk ku li nûneriyên Tirkiyeyê dixebitin û malbatên wan dê bikaribin bê vîze derbasî nava Rûsyayê bibin.

    WEZARETA RÛSYAYÊ: EM Ê JI GUHERÎNAN TIRKIYEYÊ AGAHDAR BIKIN

    Pûtîn piştî ku biryarname îmze kir dîrektîf da Wezareta Derve ya Rûsyayê ku ji ve guherîna nû ya peymana rakirina qismî ya vîzeyan meqamên Tirkiyeyê werin agahdarkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Herêmên ewle yên Sûriyeyê bila nebe sebeba perçebûnê
    Pûtîn: NATO amadehiya şerê kê dike?
    Pûtîn: Planên başkirina aboriya rûsî divê zelal û rasteqîn bin
    Pûtîn: Moskow û Riyadê piştgirî dan îstîqrara bazarên cihanê
    Pûtîn: Nayê zanîn bê Fransa di mijara Sûrîyê de çiqas serbixwe ye
    Etîketan:
    Pûtîn biryarnameya rakirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê îmze kir, Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de