06:20 20 Çile 2018
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Êrişên koalîsyonê yên Sûriyeyê rewşê aloztir dikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya heftane de êrişa xwekujî ya Kabilê şermezar kir.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemenî ya heftane de êrişa xwekujî ya Kabilê ku di teqînê nêzî 80 kesî hat kuştin û derdora 350 kesî jî birîndar bû şermezar kir û got: "Em bi biryarî vê êrişa terorî şermezar dikin, hêvî dikin êrişkar û organizetorên wê bêne cezakirin."

    Li gorî daxuyaniya berdewka wezaretê di kuştiyên teqîna Kabilê de hemwelatiyên rûsî tunene.

    ‘ÊRIŞÊN KOALÎSYONÊ YÊN SÛRIYEYÊ REWŞA XERABTIR DIKE’

    Berdevka wezaretê di axaftina xwe de got: “Êrişên balafirên şer ên koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike rewşa Sûriyeyê xerabtir dike.” Zaxarova di şîroveya nûçeya ku di êrişa Amerîkayê ya Reqqayê ku 20 sivîl hatibûn de got: “Êrişên ku terorîst nekin armanc û çalakiyen ku pir bi xirabî hatine plankirin şermezar dikin.”

    Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Алексей Никольский
    Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ev çalekiyên bê plan û xirab ê koalîsyonê herî zêde li Sûriyeyê bi kêrî terorîstan tê û rewşa welatiyan zahmet dike.”

    ‘LAVROV DI 7Ê HEZÎRANÊ DE BI HEMKARÊ XWE YÊ ÎSPANÎ RE DICIVE'

    Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 7ê Hezîranê de li Moskowê bi hemkarê xwe yê îspanî Alfonso Dastis re hevdîtinekê pêk tîne û di civînê de wê Rûsya, NATO, YE û AGIT were nîqaşkirin. Herwiha Lavrov sibê di çarçoveya Foruma Ekonomî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê de bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hevdîtineke dualî li dar dixe."

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova navê ‘xiyarê herî baş’ da
    Zaxarova: Divê hemû çekên ku tên şandin ji Hikûmeta Sûriyeya meşrû re bên şandin
    Zaxarova: Qedexekirina Qomçika Azîz Georgiy antî-demokratîk e
    Zaxarova: Mûeyîdeyê nû yên Ukraynayê keyfiyeta sansura siyasî ne
    Berdevka Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Zaxarova: Em geşbîn in
    Zaxarova: Çalakiyên DYAyê zirarê li Afxanistanê dikin
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Antonio Guterres, Sergey Lavrov, Mariya Zaxarova, St. Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de