07:09 23 Çile 2018
Zindî
    Palmira

    Rûsya: Ji Deryaya Spî me li hedefên DAIŞê xist

    © AFP 2018/ Louai Beshara
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku ji keştiyên şer ên fîloya Deryaya Spî hedefên DAIŞê hatin bombekirin.

    Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Алексей Никольский
    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku ji keştiyên şer ên fîloya rûsî ji firqateyna Essen û ji noqava Krasnodar moşekên kruz ên Kalibr hedefên DAIŞê yên li herêma Palmirayê hatin bombekirin.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ji firqateyna Amîral Essen û noqava Krasnodar a fîloya rûsî ku li rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûye 4 moşekên kruz ên Kalibr ji bo hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin pekandin û hemû moşekan hedefên xwe îmha kirin."

    ‘ME TIRKIYE AGAHDAR KIR'

    Li gorî daxuyaniya wezaretê berî pekandina moşekan fermandariyên Tirkiye, Amerîka û ÎsraÎl jî hatine agahdarkirin. Hat ragihandin li herêma ku hatiye bombekirin gelek amûrên leşkerî û milîtanên rêxistinê hebûn.

    ​Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe de ragihand ku Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu ji bo operasyona serkeftî ya Palmirayê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir. Operasyon di dernegiya şevê de pêk hat.

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Em hêvî dikin ku Palmira ji terorîstên hov were rizgarkirin
    Sûriye: Îsraîl li Palmirayê piştgiriya hewayî da DAIŞê
    Artêşa Sûriyeyê Kelha Palmirayê ji destê DAIŞê derxist
    Artêşa Sûriyeyê li nêzîkî Palmirayê girê herî stratejîk bi dest xist
    DAIŞê li Palmirayê beşek ji avahiya kevn a serdema Romayê xera kir
    Etîketan:
    DAIŞê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sergey Şoygu, Deryaya Spî, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de