01:24 24 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: NATO amadehiya şerê kê dike?

    © Sputnik/ Алексей Никольский
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3120

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di navbera daxwaza NATO ya xweşkirina têkiliyên Moskow û plana zêdekirina lêçûnên leşkerî de dubendiyek heye.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî serdana Fransa di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Le Figaro de got: "Herkes dizane ku lêçûnên Amerîka yên leşkerî bi qasî lêçûnên hemû welatên mayîn e. Lewma Serokê Amerîkayê dixwaze ji vî barî hinekî têxe stûyê hevalbendê NATOyê û ez wî fêhm dikim. Ev nêzîkatiyeke vekirî û pragmatîk e."

    ‘EM JI XWE BAWER IN'

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "NATOyê di zîrweya xwe de destnîşan kir ku dixwazin têkiliyên baş bi Rûsyayê re çêbikin. Di vê rewşê de naxwe çima lêçûnên leşkerî zêde dibin? Di vê noqteyê de hinek dubendî hene."

    Serokê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ya rastî ev ne karê me ye. Bila welatê endam biryarê bide bê wê çiqas pere bide NATOyê, ev me zêde bi endîşe nake. Em parastina xwe dikin, em vê ji bo pêşerojê bi awayekî bawer jî dikin. Em ji xwe bawer in."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Planên başkirina aboriya rûsî divê zelal û rasteqîn bin
    Pûtîn: Moskow û Riyadê piştgirî dan îstîqrara bazarên cihanê
    McCain: Pûtîn ji DAIŞê talûketir e
    Pûtîn: Nayê zanîn bê Fransa di mijara Sûrîyê de çiqas serbixwe ye
    Pûtîn: Têkoşîna li dijî terorîzmê bi xirakirina dewletê pêk nayê
    Etîketan:
    Hevpeyvîna Pûtîn a rojnameya Le Figaro, NATO, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de