18:47 27 Gulan 2018
Serdan Vladimîr Pûtîn a Misirê ligel Serokomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi

‘Rûsya û Misir li dijî polîtîkaya DYA û Siûdî ya herêmê ne’

© Sputnik / Mihail Klementyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 32

Pisporê Misrî Ayman Samir bal kişand ser ku li Rojhilata Navîn herî zêde Rûsya û Misir têkoşîna terorê didin û got, ‘Em dibînin ku milîtan dema vedigerin mala xwe nearamîyê belav dikin.’

Samir ji Spûtnîkê re da xuyakirin ku Rûsya û Misir bangewazîyê li Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dikin ku piştgirîyê bidin hevkarîya veguhestina îstixbarata ser milîtanên ji Iraq û Sûriyê vedigerin malên xwe.

Pisporê Misrî diyar kir, her du welat jî piştevanîya çareserîya aştîyane li Sûriyê dikin û got: "Ev helwesteke gelekî rast e. Misir û Rûsya li dijî planên parçekirina Sûriyê ne û serbixweyîya Sûriyê diparêzin."

Pisporê leşkerî yê Sûriyeyî Hasan Hasan jî ji Spûtnîkê re da xuyakirin, Misir li herêmê rêber e û ger hêza xwe bi Rûsyayê re bike yek, dê bikaribin bi awayekî cidî li hember polîtîkaya Amerîka-Siûdî rawestin.

Hasan herwiha destnîşan kir, dê hevdîtinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên Rîyadê ti fêdeyekê nedin têkoşîna dijî terorê û got, ‘Lewra yên piştgirîya milîtanan dikin hevalbendên Amerîkayê ne, yanî dê têkoşîneke rastîn çênebe.'

 

Bi heman mijarî:

Barzanî ji şanda Ewropî daxwaza alîkarîyên zêdetir kir
DYAyê sîstema dijî moşekên balistîk a parzemînî test kir
Rayedarên Amerîkî: Sewqîyata leşkerî ya bo Kurdên Sûriyê destpê kir
Demirtaş li Enqerê derdikeve pêşberî dadgehê
Rapora çavderên Ewropî ya referandûma Tirkiyê hat ragihandin
Etîketan:
Misir, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de