01:22 19 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn û Macron îro hevdîtine pêk tînin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro bi Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron re wê hevdîtinekê pêk bîne.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro diçe paytextê Fransayê Parîsê. Pûtîn li Parîsê wê bi serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re ku demek berê dest bi kar kir hevdîtinekê pêk bîne. Di rojeva herdu serokan de ji xeyrî danûstandinên ekonomîk, siyasî û çandî pirgsgirêka Sûriye, Ûkrayna, Libya û Nîvgirava Koreyê jî heye.

    Macron di daxuyaniya xwe ya piştî Zîrweya G7ê de gotibû di hevdîtina xwe ya digel Pûtîn de wê krîza Sûriyeyê, krîza Ûkraynayê û diyaloga bi Moskowê re binirxînin. Herwiha Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yuriy Uşakov jî gotibû herdu serok wê mijara Sûriyeyê û tekoşîna dijteror a navneteweyî dê nîqaş bikin.

    Ji aliyê din ve Pûtîn di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de li Qesra Grand Trianon wê tevlî pêşangeheke bibe. Pêşangeh ji bo rûmeta 300emîn salvegara têkiliyên Rûsya û Fransayê wê di navbera 30ê Gulanê û 24ê Îlonê de vekirî bimîne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Têkilîyên Rûsya-Azerbaycanê bi rihê şirîkatîyê geş dibin
    Pûtîn û Erdogan hevdîtin pêk anî
    'Pûtîn bo navberkariyê dixwaze nûner bişîne Pyongyangê'
    Pûtîn karsazê tirk bi 'Nîşana Dostanîyê' xelat kir
    Pûtîn: Parastina yekîtiya neteweyî ya rûsan peywira me ye
    Pûtîn hêza taybet a rûsî ku li Sûriyeyê terorîst şikandin xelat kir
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Emmanuel Macron, Vladimîr Pûtîn, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de