02:25 17 Tebax 2017
Zindî
    İlham Aliyev - Vladimir Putin

    Pûtîn: Têkilîyên Rûsya-Azerbaycanê bi rihê şirîkatîyê geş dibin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1631

    Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi minasebeta roja pîrozîya serxwebûna Komara Azerbaycanê pîrozî li Serokomar Îlham Alîyev kir.

    Pûtîn di peyama xwe de pesnê pêwendîyên Rûsya û Azerbaycanê da û diyar kir, pêwendîyên Rûsya-Azerbaycanê bi rihê şirîkatîya stratejîk û bi awayekî çalak geş dibin û hevkarîya wan a li ser berjewendîyên dualî di gelek waran de berdewam dike.

    Vladimir Pûtîn hêvî kir ku ew pêwendî li ser berjewendîyên gelên her du welatan, ji bo aramîya herêmê û pêşxistina ewlekarîyê werin bihêzkirin.

    Serokê Rûsyayê behsa otorîteya Azerbaycanê ya di warên aborî, civakî, zanistî-teknîkî û destkeftîyên li qada navnetewî kir û rola wê ya di çareserkirina kêşeyan de bi bîr xist.

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Amerîkî: Biryara biçekkirina YPGê Amerîka û Tirkiyê bi hev re daye
    Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
    'Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike'
    Baroya Amedê: Divê pêvajoyeke nû ya çareserîyê destpê bike
    Ji Çînê bangewazîya G7an: Soza xwe bicih bînin, daxuyanîyan nedin
    Etîketan:
    Azerbaycan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de