08:39 21 Sibat 2018
Zindî
    Sûriye

    Rûsyayê 8 Tirkiyeyê jî 4 binpêkirinên agirbestê tespît kirin

    © AFP 2018/ AMMAR SULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê, Moskowa 8, Tirkiyeyê jî 4 binpêkirinên agirbestê tespît kirine û rewşa herêmên bi ewle jî bi îstîqrar in.

    Li gorî agahiyên li ser sîteya înternetê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê beşa rûsî ya Komîsyona hevpar a Tirkiye-Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Lazkiyeyê (2), Şamê (2), Hamayê (1), Derayê (1) bi tevahî 8 binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Beşa komîsyonê ya Tirkiyeyê jî li Halebê (2) û Derayê (2) car, bi tevahî 4 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Li gorî daxuyaniyê binpêkirinên agirbestê li herêmên DAIŞê û El Nusrayê pêk hatine.

    Di çerçoveya operasyona alîkariya mirovî ya li bajarê Lazkiyeyê ya Navenda Şopandina Agirbestê li Sûriyeyê ya Rûsyayê tonek xurek belavkirine, hate ragihandin ku alîkariya mirovî li 200 kesan hatine belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka rewşa Koreya Bakûr ji bo şerê li dijî Rûsyayê bikartîne'
    Rûsya: Çalakiyên leşkerî yên NATOyê li ser sînorê Rûsyayê xeter in
    FBI ji bo ku tekilî bi Rûsyayê re daniye lêpirsîna zavayê Trump dike
    Nûnerê NYyê yê Rûsyayê diyar bû
    Rûsyayê li ser Xan Şêxûn û Şayratê daxuyanî da
    Trump: Divê NATO giraniyê bide gefên ku ji Rûsyayê bên
    Etîketan:
    agirbest, binpêkirin, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de