23:14 25 Gulan 2018
Sergey Şoygu

Şoygu: Em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan terorîstan de çekên kîmyewî hene

© Sputnik / Vadim Savitskii
Rûsya
Lînkê kurt
0 50

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe de destnîşan kir ku em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan rêxistina terorîst de çekên kîmyewî hene.

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe ya civîna Konseya Federasyona hikûmetê de destnîşan kir ku em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan rêxistina terorîst de çekên kîmyewî hene.

Sergey Şoygu di axaftina xwe de got: "Di destê DAIŞ û Fetih El Şamê (El Nûsra) de jî çekên kîmyewî hene. Eseh em dizanin ev li kur û di destê kê de ne. Ma gerentiyek heye ku sibê ev çek neçin welatekî din?"

‘FÎLMÊN JI BO BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN LI SÛRİYEYÊ ÇÊKIRÎ NE'

Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me fîlmên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatine kişandin vekolandin. Hevpeyvîn û fîlmên ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Sûriyeyê hatine kişandin hemû çêkirî ne û di vî warî de jî em qanih bûne."

Bi heman mijarî:

Şoygu: Balafira pêlgir A-100 wê bikaribe hedefên nû tespît bike
Şoygu: Êrişa Amerîka ya Sûriyeyê ji bo leşkerên rûsî tehdîd bû
Wezîrê Rûsî Şoygu bi minasebeta 8ê Adarê pîrozî li leşkerên jin kir
Şoygu brîfîng da Pûtîn: Operasyona rizgarkirina Palmîrayê bi dawî bû
Şoygu: Tirkiye dikare pêşengtiyê li NATOyê bike
Etîketan:
EL Nûsra, DAIŞ, Bikaranîna çekên kîmyewî, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de