14:41 26 Gulan 2018
Genim

Vedomostî: Tirkiye ji bo genimê ku ji Rûsyayê dikirî astengiyên nû derxistin

© Sputnik / Aleksey Malgavko
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Rojnameya Vedomostiyê di nûçeya xwe de ragihand ku Tirkiye ji bo genimê ku ji Rûsyayê dikirî astengiyên nû derxistin.

Li gorî nûçeya rojnameya Vedomostiyê Tirkiye ji bo genimê Rûsyayê astengiyên nû anîn. Di vê çarçoveyê de divê para bazara genimê rûsî li Tirkiyeyê ji sedî 25an nebihure.

Herwiha du rêvebirên şirketên rûsî ku di ware îxrackirina genim de kar dikin jî ev ev biryara astengiyê ya Tirkiyeyê serast kirine.

Ji aliyê din ve berpirsên Wezareta Çandinî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku derbarê astengiyê de hê dokumanekî fermî nehatiye ber destê wan.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ya 9ê Gulanê de ji bo rakirina mueyîdeyên çandinî yên beramberî hev biryar dabûn. Piştî wê berpirsên Tirkiyeyê jî gotibûn astengiya li ser genimê Rûsyayê hat rakirin.  

 

 

 

Bi heman mijarî:

Peskov: Pûtîn û Erdogan wê mijara genim jî biaxivin
Wezareta Karên Aboriyê yê Rûsyayê: Ji bo genim emê heyetek bişînin Tirkiyeyê
Peskov: Bazara genim bi Tirkiyeyê ne sînorkirî ye
Îthalatvanên Tirk piştrast kir ku Enqere ji Rûsyayê genim nakire
Wezareta Ekonomiyê a Tirkiyeyê, nûçeya derbarê îxracata genim derewand
Etîketan:
Rojnameya Vedomostiyê, Wezareta Çandinî ya Rûsyayê, Recep Tayyip, Vladimîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de