18:49 21 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Rojavayî tênagihin ku dijminê rastîn ne Rûsya ye, DAIŞ e

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 21

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir, welatên rojava ku li ser medya civakî li hemberî Rûsyayê têkoşînê didin, tênagihin ku dijminê wan ê rastîn DAIŞ e.

Zaxarova ji radyoya Komsomolskaya Pravda re bal kişand ser êrîşên terorîstî û helwesta welatên rojavayî li ser medya civakî û wiha axivî: "Tiştekî din ku naxwazin fahm bikin jî li dema li ser qada sanal (înternet) têkoşîna dijî Rûsyayê dikin, DAIŞ jî li dijî wan welatên rojava têkoşînê dide. Terorîst vê yekê bi awayekî xedarî û xwînî dikin."

'ENCAMÊN SÎSTEMA AMERÎKÎ NAYÊN PÊŞBÎNÎKIRIN'

Zaxarova herwiha sîstema rêveberîya Amerîkayê jî rexene kir û got: "Yekane tişta ku di sîstema Amerîkî de nayê pêşbînîkirin, ew sîstema ku bi xwe encamên nayên pêşbînîkirin derdixe holê ye."

ZAXAROVA: SIYASETA WAN GIRÊDAYÎ KONJONKTURÊ YE

Berdevka Wezareta Derve bal kişand ser ku di sîstema siyasî ya Amerîkî de her tişt girêdayî konjonkturê ye.

 

Bi heman mijarî:

Li Tirkiyê 2 akademîsyen hatin girtin
Şervanên HSDê bendava Azadî dorpêç kirin
Serokwezîr Barzanî li ser êrîşa Manchesterê peyam da
Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsya piştgiriya çekan daye Talîbanê tine ne
Artêşa Iraqê bo rizgarkirina Mûsilê: Em hatin qonaxa dawî
Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de