08:53 20 Hezîran 2018
Dmitriy Peskov

Rûsya: McCain sînorê ehlaqê dabezandîye

Host photo agency
Rûsya
Lînkê kurt
0 21

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo senatorê Amerîkî Jhon McCain ku rexneyên tund li Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov kiribû got, wî ‘sînorê ehlaqê dabezandîye’.

Peskov wiha got: "McCain berê jî heqaret kiribûn, lê dibînim ku cara ewil e gotinên wî sînorên ehlaqê dabezandîye."

Peskov li ser pirsekê da xuyakirin: "Şikir ji xweda re ku ev camêrê han polîtîkaya derve ya Amerîkayê diyar nake. Loma jî em dê gotinên heqaretî û kustehî mezin nekin û em ê nehêlin bandorê li ser pêwendîyên Amerîka û Rûsyayê bikin."

McCain doh ji Fox Newsê re li ser serdana 10ê Gulanê ya Lavrov bo Amerîkayê dabû xuyakirin ku ‘ti karekî wî li Ofîsa Oval tune ye' û Lavrov wek ‘xulamê' Pûtîn niraxandibû. McCain herwiha Serokdewletê Rûsyayê bi bikaranîna çekên giran ji bo lêdana nexweşxaneyên Helebê tawanbar kiribû.

Bi heman mijarî:

Tarîxa Ceneva 7an dîyar bû
Polîsên Robot dest bi kar dikin
Balafirên Tirkiyeyê herêma Qendîlê bombebaran kirin
Zarok rastî êrîşa şêrederya hat
Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
Li ser sînorê Tirkiyeyê endamekî Feth el Şamê hat desteserkirin
Etîketan:
Peskov, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de