21:09 23 Hezîran 2018
Hêzên Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê  (FSB)

Li Daxistanê operasyon: Fermandar jî di nav de 4 milîtan hatin kuştin

© Sputnik / Igor Zarembo
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Komîteya Dijtetor a Neteweyî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Saziya Ewlehî ya Federal (FSB) li Daxistanê operasyonek li dar xist û fermandar jî di nav de 4 terorîst hatin kuştin.

Komîteya Dijtetor a Neteweyî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya ji bo operasyona Daxistanê de got: "Li gundê Karamahî ya herêma Buynaksa Daxistanê grûbeke milîtanan ku tevlî karên terorîstî bibûn hatin tespîtkirin. Endamên rêxistinê li hemberî banga çekdanînê bi êrişê bersiv dane hêzên ewlehî. Di encama şer û pevçûnê de hêzên taybet ên FSBê 4 milîtanên rêxistinê kuştin."

Li gorî daxuyaniya komîteyê di dema operasyonê de ne hêzên FSBê û ne jî xelkê sivîl zirar nedîne. Milîtanên ku hatin kuştin ji gelek sûcan ku kuştina muxtarê gundê Karamakiyê jî di nav de dihatin sûcdarkirin.

Piştî operasyonê di lêgerîn û lêkolîna cihê bûyerê ya gundê Karamaki de 10 kîlo TNT, çek û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.

Bi heman mijarî:

Alîgir li şampiyoniya Daxistanê bihev ketin
Ji FSBê li Daxistanê operasyon: 3 terorîst hatin kuştin
FSB: Serokê şaneyeke li Daxistanê ku biat ji DAIŞê re kiribû hat kuştin
Li Daxistanê di serdegirtina mala DAIŞê şer:2 polês hatin kuştin
Li Daxistanê di nava 24 saetan de êrişa duyemîn
Li Daxistanê di nuqteya polêsan de teqîn: 2 kuştî
Etîketan:
Saziya Ewlehî a Navxweyî ya Rûsyayê (FSB), Komîteya Dijtetor a Neteweyî ya Rûsyayê, Daxistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de