06:38 30 Gulan 2017
Zindî
    Îgotr Morozov

    'Dibe ku DYA dixwaze cihên petrolê kontrol bike'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3321

    Senatorê rûs Îgor Morozovî diyar kir ku dibe DYAyê bi êrîşkirina serê hêzên artêşa Sûriyeyê xwestiye peyamekê bide Şamê ku dixwaze cihên petrolê kontrol bike.

    ABD askeri ve YPG
    © REUTERS/ Rodi Said
    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona baskê jorîn ê Parlementoya Rûsyayê Îgor Morozovî êrîşa DYAyê li ser hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê nirxand û got, " dibe ku sedema DYA û hevpeymanê li hêzên girêdayî hikûmetê dabe, ew be ku DYAyê nîgeran bûbe ku alîgirên (Serokê Dewleta Sûriyeyê) Beşar Esad, nêzîkî Dêra Zora tijî petrol bûne. Dewletên rojavayî dixwazin cihên petrolê kontrol bikin."

    "DIYAR E, STRATEJIYEKE WEK A LI IRAQÊ BI RÊ VE DIBE"

    Morozovî bi bîr anî ku hinek herêmên Dêra Zorê hene ji aliyê kurdên Sûriyeyî û dijberan ve tên kontrolkirin û wiha pê de çû: "Çima, artêşa hikûmetê ya ku li erda xwe bipêş ve diçe, rastî êrîşê bê? Diyar e ku DYA, stratejiyeke wek a li Iraqê bi rê ve dibe. Ev ne tenê hiqûqa navneteweyî bin pê dike lê nîzama tevahiya cîhanê xera dike. DYA ji bo berjewndiyên xwe yên neteweyî biparêze, di çewisandina cîhanê de berdewam e."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Pêdivî bi YPG û PYDê tune ye
    Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake
    YPG: Me balafira keşfê ya artêşa tirk xiste xwarê
    YPG ji ber Recim Silêbê Tirkiyeyê sûcdar kir
    YPG: ‘Di êrîşê de 20 şervanên me jiyana xwe ji dest dan'
    YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava berdewam dikin
    Etîketan:
    Îgor Morozov, Dêra Zor, Sûriye, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de