03:45 23 Tîrmeh 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Haya min jê tine ku DYAyê Rûsya agahdar kir

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2930

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku haya wî jê tine ku DYAyê berî li hêzên hikûmeta Sûriyeyê xîne, Moskow agahdar kiriye.

    Lavrovî di serdana xwe ya Lefkoşayê de pirsên rojnamevanan bersivandin û got, "haya min jê tine ku DYAyê agahiyeke wiha daye."

    "ÊRÎŞ BINPÊKIRINA SERWERIYA SÛRIYEYÊ YE"

    Ji aliyê din ve, Lavrovî diyar kir ku êrîşa DYAyê li başûrê Sûriyeyê li dijî hêzên hikûmetê pêk aniye, ne meşrû ye û binpêkirineke  cidî ya serweriya axa Sûriyeyê ye.

    Wezîrê rûs wiha got: "Sedema vê êrîşa DYAyê çi be jî, ev êrîş nemeşrû û ne qanûnî ye û binpêkirineke nû ye ji serweriya xaka Sûriyeyê re."

    "EM DITRIRSIN EW HEWL JI HOLÊ RABIN"

    Herwiha Lavrovî destnîşan kir ku ditirsin, ew daxwazên hewl didin yekkirina di dijî DAIŞ û Fetih EL Şamê(Navê wê yê berê El Nusra) bikin yek, ji holê rabin û teqez kir ku hatiye dîtin, hinek hêzn hewl didin Fetih el Şam û rêxistinên tundrew li dijî hikûmeta Sûriyeyê bi kar bînin.

    "DYAYÊ BERÎ ŞÊRATÊ, RÛSYA AGAHDAR KIRIBÛ"

    Hêjayî gotinê ye ku DYAyê meha nîsanê êrîşa baregeha Şêratê ya nêzîkî bajarê Humsê kiribû.

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy peskovî ragihandibû ku Washingtonê agahî dabûn wan berî ku wê êrîşê pêk bîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: 'Êdî rêzik tine ne'
    Rûsya: Lavrov dê 19ê Gulanê de li Stenbolê be
    Lavrov: Em li Sûriyeyê ji hevkariya Amerîkayê re amade ne
    Lavrov û Tillerson di 11ê Gulanê de li Amerîkayê hevdîtin pêk tînin
    Rûsya: Lavrov û Tillerson li ser danûstandinên her du welatan li hev kir
    Lavrov: DYA bi çavekî erênî li peymana 'herêma ewle' dinêre
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Sûriye, DYA, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de