14:57 27 Gulan 2018
Gennadiy Gatîlov

Wezareta rûsî: Êrişa Amerîka ya li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê nayê qebûlkirin

© REUTERS / Lucas Jackson
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov di axaftina xwe de ragihand ku êrişa Amerîka ya li dijî hêzên Sûriyeyê nayê qebûlkirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov di axaftina xwe de ragihand ku êrişa hewayî ya Amerîkayê li sînorê Urdinê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê nayê qebûlkirin.

Gennadiy Gatîlov ji bo êrişa hewayî ya herêma El Tanf a sînorê Urdinê ya hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike got: “Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev êriş ihlala desthilatiya Sûriyeyê ye û ev êriş bi tu awayî piştgiriya pêvajoya siyasî li Sûriyeyê nake.”

Gatîlov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev çalekî nakeve tu çerçeveyan. Her çalekiya leşkerî ku li Sûriyeyê diqewime bandorê li pêvajoyê siyasî ya Astana û Cenevreyê dike. Herî zêde jî çalekiyên ku li dijî artêşa Sûriyeyê têne bikaranîn."

 

Bi heman mijarî:

Gatîlov: Em ji bo mûeyîdeyên li dijî Sûriyeyê ti sedeman nabînin
Gatîlov: "Daxwaza me ji Tirkiyeyê ku li Sûriyeyê roleke erênî bilîze"
Gatîlov:'Tirkiye, li Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze'
Gatilov: Hevdîtinên bi mûxalîfên Sûriyê re baş derbas bûn
Wezareta Derve: Nûnerê Rûsyayê yê Cenevê Gatilov e
Etîketan:
Êrişa Amerîkayê ya li ser çeperên Sûriyeyê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Gennadiy Gatîlov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de