10:43 24 Mijdar 2017
Zindî
    Tîma akrobasî ya şovalyoyên rûsî

    Pûtîn: Rêjeya çekên nû ya nava Hêza Hewayî hetanî dawiya salê dibe ji sedî 68

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1511

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaaftina xwe de ragihand ku rêjeya çekên nû ya nava Hêza Hewayî ya Rûsyayê hetanî dawiya salê dê bigihîje ji sedî 68an.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn di axaaftina xwe de ragihand ku rêjeya çekên nû ya nava Hêza Hewayî ya Rûsyayê hetanî dawiya salê dê bigihîje ji sedî 68 û ya nava Hêza Deryayî jî dê bigihîje ji sedî 55an.

    Pûtîn bi fermandarên hêzan û nûnerên sektora pîşesaziya leşkerî re ji bo pêvajoya biçekkirina artêşa Rûsyayê civînek li dar xist. Pûtîn di axaftina xwe de got: "Rêjeya çekên nû ya nava Hêza Feza û Hewayê niha ji sedî 66 e, divê ev rêje were zêdekirin û hetanî dawiya salê bigihîje ji sedî 68an."

    Serokê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: Pêvajoya nûbûnê din ava Hêza Deryayî de jî bi merhaleyan dewam dike. Di sala 2016an de firqateyn û noqavên ku dikarin moşekên qalibr e menzil dirêj bipekînin, bi tevahî 24 keştî û wesayîtên îkmalê tevlî hêzê fîloya rûsî bûn. Rêjeya niha ji sedî 47 e, divê hetanî dawiya salê ev rêje bigihîje ji sedî 55an."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Rûsya amade ye li gel welatên misilman li dijî terorê bitekoş e
    Pûtîn: Rûsya ji ti tiştekî natirse
    Pûtîn: Ji bo aştiya Libyayê bi hêvî me, em amade ne piştgiriyê bikin
    Bi milyonan çînî vîdeoya Pûtîn temaşe kir
    Maduro derbarê rewşa welatê xwe de agahî dan Pûtîn
    Etîketan:
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Hêza Deryayî ya Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de