14:56 27 Gulan 2018
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

Lavrov di hevdîtina Jagland de li ser gotinên Trump henek kir

© Sputnik / Ramil Sitdikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 32

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtina xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland de, bi henekî ji bo gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên dayîna ‘agahiya nepenî’ hişyarî da.

Di dîmena ku li ser hesabê twitterê yê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hatiye parvekirin de, xuya dibe ku Lavrov û Jagland henekan bi hev dikin.

Lavrov li ser pirsa Jagland a "Gelo dê wêneyên protokolê ji bibin sedema kêşeyê?" dibêje, "Her tişt girêdayî agahiyên nepenî yên ku hûn bi min re parve bikin e."

Rojnameya Washington Postê piştî hevdîtina 10ê Gulanê ya Lavrov û Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kiribû ku, Trump gotiye, wî hin agahîyên nepenî bi Lavrov re parve kirine.

 

Bi heman mijarî:

Ozerov: Divê êrîşa hevpeymanîyê ya ser Sûriyê bibe mijara sereke ya Cenevê
'Leşkeran gule reşand ser bizinan: 70 bizin telef bûn'
Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de derîyekî din vedibe
20 kes bi tawana 'Pesnê PKKê dane' hatin desteserkirin
Kosaçev: Ji bo Amerîkayê têkoşîna dijî Esad ji ya terorê girîngtir e
Etîketan:
Amerîka, Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de