01:19 23 Hezîran 2017
Zindî
    Donald Trump û Sergey Lavrov

    Axaftina nepen ya Lavrov bi Trump re

    © Foto: https://ria.ru
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1152

    Têlêvizyona amerîkî NBC Newsê hûrgilyên axaftina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve ya Rûsyayê Sergey Lavrov şirovekir. Li gorî zanyariyên têlêvizyonê, di civînê de behsa planên têrorîstên DAIŞê yên derbarê pêkanîna çalakiyên têrorîstî di balafirê de, hatiye kirin.

    Hevdîtina Tramp û Lavrov heftiya çûyî li Qesra Spî pêk hatibû. Piştre ajansan ragihandin ku Serokê Amerîkayê zanyariyên pir nepene yên derbarê DAIŞê de bi dîplomatê rûsî re parvekiriye.

    Li gorî zanyariyan DAIŞê plan dike bi alîkariyê bomba di notbookê bicih bikin û di balafirê de jî biteqînin. Washington ev zanyarî ji ajansên qelewizî yên Îsrailê wergirtibû. NBC Newsê nîşandike ku vekirina vê nepenê dikare jiyana ajanê îsrailî di metirsiyê xîne. Vî ajanî bi dizî di nav DAIŞê de kar dikir û zanyariyên derbarê planên terorîstan ji Washingtonê re ragihandiye.

    Ajansên amerîkî duh ragihandin ku Trump zanyariyên nepen bi Lavrov re parvekiriye. Hetanî ne hemû karmendên Qesra Spî jî vê yekê dizanîbûn.

    Serokê Enstîtuya Planên Stratejîk, doktorê zanistiyên siyasî, Prof. Dr Alexander Gusev di hevpeyvîna xwe ya bi Sputnikê re got ku çapemeniya amerîkî bêbingeh vê skandalê mezin dikin.

    ‘PARTIYA DEMOKRAT WAN AJANSAN FÎNANSE DIKIN'

    Gusev got: "Ez dikarim derbarê van ajansên ku ev skandal mezinkirine wisa bêjim: Hûn karekî vala û bêwate dikin. Beşekî mezin ji van ajansan ji aliyê nûnerên Partiya Demokrat ve tên fînansekirin. Ew xwediyê van ajansan ne û wan ji bo hemû tiştên xwe yên vala bikartînin."

    Li gor nerîna pispor, dijberên siyasî yên Trump bi vî awayî dixwazin balê ji ser mijarin giring, bi taybetî tekoşîna Rûsya û Amerîka bi têrorîzma nêvdewletî re bikşînin.

    ‘GUHERTINA ZANYARIYÊN DERBARÊ TÊKOŞÎNA TERORÎZMÊ DE GIRÎNG IN'

    "Girîng e ku Serokê Amerîkayê û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê hevdîtin kirin û zanyariyên xwe bihev dan naskiriN. Erê, Sergey Lavrov zanyarî wergirt ku wek tê xuyakirin nepen bû. Lê di navbera me û Amerîkayê de rêkeftin heye ku em zanyariyên derbarê tekoşîna bi têrorîzma navnatewî re bihev biguherin. Loma jî dana çi zanyariyên nepene hebin jî pir giringe. Armanc ew e ku ev her dû welatên mezin tekoşînê bi têrorîzma navnetewî re dikin û xala herî giring di hevdîtinê wisa de ev e`.

    Herweha pispor got ku rexneyên dijî Trump berdewamiya tekoşîna navxweyî ya siyasî li Amerîkayê ye.

    ‘BO REXNE LI TRUMP BIKIN LI BIHANAN DIGERIN'

    `Pêwîste bê berçavkirin ku serkeftina Donald Trump di hilbijartinan de rewşek nêgatîv li Amerîkayê dirustkir, civak di dema dawîn de pir siyasî bûye, alîgirên Partiya Demokrat ji encamên hilbijartinan ne razîbûn. Loma jî ew herdem li bihaneyan digerin ji bo Trump rexne bikin`

    Bi heman mijarî:

    Zavayên Trump û Erdogan, dewletên wan bi rê ve dibin
    ‘Erdogan li Amerîkayê û nûnerê Trump jî li Kobaniyê ye'
    Trump û Erdogan peyamên twitterê parve kirin
    Koşka Spî: Trump daneyên gefên ser DYA û Rûsyayê bi Lavrov re parve kir
    Serokomarîya Tirkiyê li ser hevdîtina ‘Trump-Erdogan’ daxuyanî da
    Etîketan:
    amadekarî, hûrgilî, DAIŞ, nepen, agahî, hevdîtin, Sputnik, Sergey Lavrov, Donald Trump, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de