04:21 16 Kanûn 2017
Zindî
    Arkadiy Dvorkovîç

    Dvorkovîç: Belgeyên betalkirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê dawiya hefteyê diqedin

    © Sputnik/ Ekaterina Shtukina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkovîç di axaftina xwe ragihand ku belgeyên betalkirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê hetanî dawiya vê hefteyê diqedin.

    Arkadiy Dvorkovîç di axaftina xwe de got: "Bi texmîna min hetanî dawiya vê hefteyê dê hemû peyman têkevin qeydiyan. Peymanên ku bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hatine kirin niha derbasî ser kaxeza dibin. Ji sedî 99ê kar qediyaye û tenê hinek hurgiliyên biçûk mane."

    ‘PIŞTÎ KU ÎMZE HATIN AVÊTIN WÊ MUEYÎDE WERIN RAKIRIN'

    Dvorkovîç di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Rûsyayê piraniya pêşnûmaya belgeyan amade kiriye û piştî ku îmze hatin avêtin wê mueyîdeyên ser Tirkiyeyê werin rakirin."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ya Soçiyê de ji bo rakirina hinek mueyideyên ser Tirkiyeyê li hev kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Îsraîlê bo Sûriyeyê li hev civiyan
    Dostaniya Rûsya û Tirkiye çapemeniya rojavayî tirsand
    Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo 4 herêmên ewle li Sûriyeyê li hev kirin
    ‘Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo kemkirina gengeşiyê li Sûriyeyê li hev kirin'
    ‘Tirkiye nerazîbûna xwe bo têkiliyên hêzên kurd Rûsya û Amerîkayê da nîşandan'
    Etîketan:
    Rakirina mueyîdeyên ser Tirkiyeyê, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê, Arkadiy Dvorkovîç, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de