14:33 19 Sibat 2018
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin ve Filistin Devlet Başkanı Mahmud Abbas

    Pûtîn: Piştgiriya me bo destpêkirina diyalogên di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Dewleta Filistînê Mahmud Abbas re hevdîtin pêk anî û ragihand ku piştgiriya wan bo destpêkirina ditalogên rasterast di navbera Filistîn û Îsraîlê dê dewam bike.

    Pûtîn civîna hevpar bi Abbas re piştî hevdîtina li Soçiyê li dar xist û got: "Rûsya bi Amerîka, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) re bo destpêkirina diyalogên rasterast di navbera Filistin û Îsraîlê de çi ji destan bê dê bike."

    ‘KRÎZ TENÊ BI MUZAKEREYÊ TÊ ÇARESERKIRIN'

    Pûtîn eşkere kir ku şertê îstîqrar û ewlehiya herêmê her du welêt din av aştiyê de bijîn e û tene çareseriya krîza Filistîn-Îsraîlê jî bi muzakereyên siyasî di çerçoveya hiqûqa navdewletî tê çareserkirin.

    ‘ÎSRAÎL Û FILISTÎN LI DIJÎ TERORÎZMÊ DIVÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN'

    Pûtîn destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî piştgirî bê dayîn bo têkiliyên di navbera her du welatan de û ji pitgiriya yekalî jî divê dûr bê sekinandin û bangî têkoşîna hevpar li dijî terorîzmê kir.

    ‘HELWESTA ÎSRAÎLÊ ŞANSÊ AŞTIYÊ TUNE DIKE'

    Abbas jî got: "Dagirkiriya Îsraîlê, polîtîkata îskanê, bi hezaran filistînî ku Îsraîlê girtiye û geşadanên li Filistînê min ji Pûtîn re ragihand. Ew rewş şansa aştiya li herêmê û çareseriyê ji holê radike."

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: 'Warê Rojavayê Şerîayê ya Cihûyan aştiyê Filistîn û Îsraîlê asteng nake'
    Filistîn li benda Pûtîn e
    Rûsya: ‘Ji bo Îsraîl û Filistîn rûnên masê em dixebitin'
    Filistîn: 'Dema serxwebûna Kurdistanê hatiye'
    Vatîkanê bi fermî, Filistîn wekî dewlet nas kir
    Etîketan:
    muzakere, diyalok, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de