11:38 22 Sibat 2018
Zindî
    Aleksey Meşkov

    Rûsya: Em dixwazin YE û YEAyê nêzî hev bibin

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov ragihand ku rêvebiriya Moskowê dixwaze Yekîtiya Ewropa (YE) û Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (YEA) nêzî hev bibin.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov di axaftina xwe ya civîna Klûba Nîqaşê ya Valday a Rûsî de got: "Rêvebiriya Moskowê dixwaze di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (YEA) de nêzîkbûneke daîmî û pêvajoya navbera wan bi aheng be."

    Aleksey Meşkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku projeyên mezin têkevin meriyetê divê hevkariya navbera YE û YEAyê were xurtkirin."

    ‘DIVÊ DINYA PIR QUTB BE'

    Meşkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Peyvên ku dibêjin Rûsya dixwaze Yekîtiya Ewropa bila hilweşe ne rast in. Dinyayeke pir qutb daxwaz û hêviya bingehîn a Rûsyayê ye jî û em her dem YEyê jî ji van qutban yekê dibînin. Pêwistiya Rûsyayê bi ewropayeke bi îstîqrar heye."

    Bi heman mijarî:

    Meşkov: "Rûsya û Tirkiye dê vegerin trafîka hevdîtinan a berî krîzê"
    Meşkov: "Dibe bi Tirkiyeyê re eleqedar em xeberekê ji Gazpromê bistînin"
    Almanya: Sedema berdewamiya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ya YEyê, Rûsya û Çîn in
    Kremlîn:'Îadeya Savçenko dê bandorê li têkiliyên Rûsya û YEyê neke'
    Zaxarova: ‘Amerîka dixwaze Rûsya û YEyê dorpêç bike'
    Etîketan:
    Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (YEA), Yekîtiya Ewropayê (YE), Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Aleksey Meşkov, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de