00:22 19 Hezîran 2018
Dîmena Moskovayê

Li Rûsyayê festîvala Tirkiyeyê

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Rûsya di salên dawî de ji bo ku di turîzma Tirkiyeyê de yek ji welatê herî girîng e, Tirkiye festivalekê li dar dixe û di festivalê de wê cihên turîstîk, çand û nirxên hûnerî bide nasîn.

Vladimir Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan
© AFP 2018 / Alexander Zemlianichenko
Nûnerên bazara turîzma Tirkiyeyê ji bo ku cihên turîstîk, çand û nirxên hûnerî yên Tirkiyeyê bidin nasîn li Rûsyayê festivalekê li dar dixin. Festival wê ji terefê Federasyona Otelvanên Tirkiyeyê (TUROFED) ve di navbera 16 û 18ê Hezîranê de li Moskowê were lidarxistin. Wezareta Çand û Turîzm a Tirkiyeyê, Komeleya Veberhênan Turîzm a Tirkiyeyê, Yekîtiya Acenteyên Seyehetê yên Tirkiyeyê, Yekîtiya Otelvanên Tirkiyeyê û Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs jî piştgiriya festivalê dikin.

‘JI BO BEŞDARBÛNÊ ELEQEYEKE MEZIN HEYE'

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê Serokê TUROFEDê Osman Ayik di axaftina xwe de got: "Di festivalê de wê cihên turîstîk ên girîng, nirxên çand û hûnerî, otel û saziyên tendirustî jî dê werin nasandin. Armanca me ya lidarxistina festivalê xurtkirina dostanî û têkiliyên navbera herdu welatan e. Piştî gavavêtina Serokomar Erdogan a normalbûnê em jî dixwazin destê xwe têxin bin kevir û têkiliyên herdu welatan bi pêş bixin. Ji bo beşdarbûnê eleqeyeke mezin heye. Di 17ê Gulanê de ji bo hurgiliyên berfireh em ê daxuyaniyê bidin raya giştî."

Bi heman mijarî:

Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo 4 herêmên ewle li Sûriyeyê li hev kirin
‘Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo kemkirina gengeşiyê li Sûriyeyê li hev kirin'
‘Tirkiye nerazîbûna xwe bo têkiliyên hêzên kurd Rûsya û Amerîkayê da nîşandan'
Dostaniya Rûsya û Tirkiye çapemeniya rojavayî tirsand
Wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Îsraîlê bo Sûriyeyê li hev civiyan
Etîketan:
Li Rûsyayê festivala Tirkiyeyê, Serokê TUROFEDê, Osman Ayik, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de