08:09 23 Gulan 2018
    Emmanuel Macron

    Ji Pûtîn bo Macron peyama pîrozbahiyê

    © REUTERS / Christian Hartmann
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron pîroz kir û ragihand ku ji bo tekiliyên dualî û çareseriya pirsgirêkên herêmî amade ne.

    Li gorî daxuyaniyê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron pîroz kir û got: "Macron di serdemeke zahmet a ji bo Ewropa û civaka navneteweyî de bû serokê Fransayê. Krîzên herêmî û bêaramiya navneteweyî teror û radîkalîzmê bi xwe re tîne. Di van şertan de sazkirina ewlehî û aramiya civaka navneteweyî pir girîng e."

    SLUTSKIY: MACRON WÊ POLÎTÎKAYA XWE YA HEVALBENDIYA ROJAVAYÎ BIDOMÎNE

    Ji aliyê din ve Serokê Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî yê Dumayê Leonîd Slutskiy di daxuyaniya xwe ya ji bo têkiliyên navbera Rûsya û Fransayê de ji rojnamevanan re got: "Macron wê polîtîkaya xwe ya hevalbendiya rojavayî û NATOyê bidomîne. Macron kesekî balkêş û siyasetmedarekî ciwan e. Dibe nêzîkatiyê li Rûsyayê bike û têkiliyên xwe bi pêş bixe."

    KLINTSEVIÇ: PROJEYA ‘EMMANUEL MACRON' BI SERKEFTÎ ENCAM DA

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî û Parastin a Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klintseviç jî ji bo Macron got: Piştî serkeftina Macron wê di têkiliyên Rûsya û Fransayê de zêde tiştek neyê guhertin. Lewma wê polîtîkaya selefê xwe bidomîne. Projeya bi navê ‘Emmanuel Macron'bi serkeftî encam da. Hinek hêzên derve ew kirin namzed û piştgiriya wî kirin."

    PUŞKOV: ZAHMET E KU MIROV GEŞBÎN BE

    Serokê Komîsyona Polîtîkayên Enformasyon a Konseya Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov jî di axaftina xwe ya ji bo Macron de got: "Zahmet e ku mirov geşbîn be. Li gorî nêrîna min wê pêşeroja têkiliyên me zahmet be. Lewma Macron di kampanya xwe ya hilbijartinê de peyvên li dijî Rûsyayê bikar anîn. Atmosfera ku ofîsa Macron ava kir ji bo têkiliyên Rûsya û Fransayê ne destpêkeke erênî bû."

    Bi heman mijarî:

    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Trump pîrozî li Macron kir: Dil davêjim pê re bixebitim
    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Encamên hilbijartinên serokomariya Fransayê: Macron li pêş e
    Macron û Le Penê li Parîsê tên protestokirin
    Etîketan:
    Pêşeroja têkiliyên Rûsya û Fransayê, Serokomarê nû yê Fransayê, Emmanuel Macron, Aleksey Puşkov, Leonîd Slutskiy, Vladimîr Pûtîn, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de