14:41 26 Gulan 2018
KENY

Rûsyayê ji bo piştgiriya ‘herêmên ewlê' yên Sûriyeyê pêşnûmayek pêşkêşî KENYê kir

© REUTERS / Andrew Kelly
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Nûneriya Daîmî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgirîdayîna ‘herêmên ewle' yên Sûriyeyê pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Hefteya borî piştî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li paytextê Astanaya Kazakistanê di navbera dewletên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê de ji bo ‘herêmên ewle' peymanek hatibû îmzekirin.

Çavkaniyekî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Nûneriya Daîmî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgirîdayîna ‘herêmên ewle' yên Sûriyeyê pêşnûmayek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Herwiha berdevkê Nûneriya Daîmî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Fyodor Strjijovskiy di axaftina xwe ya çapemeniya Rûsyayê de pêşnûmaya KENY serast kir û got: "Bele, nûneriyê pêşnûma pêşkêşî KENYê kir."

Bi heman mijarî:

Rûsyayê, teksta peymanê ya 'herêmên ewle' li Sûriyeyê weşand
Li Sûriyê peymana 'herêmên bi ewle' ket meriyetê
Rûsya: Peymana herêmên bi ewle di 6ê Gulanê de dikeve meriyete
Rûsya: Dê balafirên Amerîkayê jî li ser herêmên bi ewle nefirin
Bogdanov: Divê Tirkiye bo pêkanîna herêmên bi ewle li Sûriyeyê pêbawerî bide
Etîketan:
Herêmên ewle yên Sûriyeyê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), berdevkê Nûneriya Daîmî ya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî, Fyodor Strjijovskiy, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de