01:08 26 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Hevdîtina Pûtîn û Trump ji bo encamên berçav pêwîstiyek e

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3220

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser hevdîtina çaverêkirî ya Pûtîn û Trump diyar kir, ew hevdîtin ne ku ji bo bandora derve û sansasyonê, ji bo encamên berçav pêwîstiyek e.

    Lavrov beşdarî bernameya Mir a televizyona Rûsî bû û li ser amadekariyên hevdîtina Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump axivî.

    Lavrov bal kişand ser hevdîtina Pûtîn û Trump û got, hem ji bo Rûsan hem jî ji bo Amerîkîyan ne ne bi mebesta bandorê li hinekan bikin, yan jî ‘Vaye ev sansasyon e, em ew qas peyivîn û hevdîtin pêk hat' tê kirin û wiha pê de çû: "Hem em hem jî hevpîşeyên me yên Amerîkî jê bawerin ku hevdîtina her du serokan ne tenê bi mebesta destê hev girtinê û axaftina li ser pêwendiyên dualî û fikrên wan ên li ser kêşeyên navnetewî ye."

    Wezîrê Rûsî di berdewamê de wiha got: "Ji ber bandora Rûsya û Amerîkayê ya li ser aramiya navnetewî û bandora li ser ewlekariyê, ji hevdîtinê her kes li benda encamên berçav e. Ji bo vê jî divê hevdîtin gelekî baş were amadekirin ku em jî niha bi wê re mijul in."

    Bi heman mijarî:

    Kanada û Amerîka alîkariyên leşkerî ji Pêşmerge re dişîne
    Amîralê amerîkî: Rûsya li herêma Arktikê Amerîka mat kiriye
    Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
    Sirê qerewata Pûtîn ku di hevdîtina Erdogan de xistibû stuyê xwe eşkere bû
    Rêzefîlmên hevpar ên tirk û rûs dê werin çêkirin
    Fermandarê amerîkî Milley: Em ê aramiya Kurdistanê biparêzin
    Bilançoya miriyên lehiya Kolombiyayê diyar bû: 370 mirî
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de