14:34 22 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Sirê qerewata Pûtîn ku di hevdîtina Erdogan de xistibû stuyê xwe eşkere bû

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8710

    Rojnamevanê rûsî Andrey Norkîn, sirê qerewata Pûtîn ku li Soçiyê di hevdîtina Erdogan de xistibû stuyê xwe ji ajansa Spûtnîkê re nirxand.

    Rojnamevanê rûsî Andrey Norkîn, sirê qerewata Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku li bajarê Soçiyê di hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de xistibû stuyê xwe ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got: "Pûtîn, 2yê Gulanê de bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re jî hevdîtinek kir, lê di hevdîtina Erdogan de qerewata sor xiste stuyê xwe."

    Andrey Norkîn di berdewamiya axaftina xwe ya televizyona NTV a rûsî de ji bo hevdîtina Pûtîn û Erdogan got: " Belê, Pûtîn rûken e û qerewata wî jî cuda ye. Herdu serok jî pir tehet in. Xuyaye ne Pûtîn û ne jî Erdogan ne bi hêrs in. Bi rastî jî Erdogan di qoltuk de gelekî bi rehetî rûniştiye. Ev dîmên li gorî hevdîtina duhî ya Pûtîn û Merkel pir cuda ye."

    Erdogan û Pûtîn
    © AFP 2017/ Alexander Zemlianichenko
    Erdogan û Pûtîn

    ‘PÛTÎN JI BO MERASÎMÊN TAYBET QEREATA SOR TERCIH DIKE'

    Li gorî lêkolînên ku ajansa Spûtnîkê berhev kirine, Pûtîn ji stîla taximê reş, gomlekê spî û qerewata sor zêdetir hez dike. Herwiha li gorî nûçeya malpera ‘Superomsk.ru' Pûtîn ji bo merasîmên taybet û girîng qerewata sor tercih dike. Heta di meha îlona borî de hinek endamên Partiya Rûsya ya Hevpar li herêma Omskê Pûtîn mînak girtibûn û di platformekê de qerewata sor xistibûn stuyê xwe.

    Bi heman mijarî:

    ‘Memorandûma Sûriyeyê li ser fermana Pûtîn hat amadekirin'
    Ji Erdogan daxuyaniya wêneyê YPGê: Min gihande Pûtîn, got ez ê vekolînim'
    Pûtîn: Pêvajoya normalîzebûna têkiliyên me temam bû
    Dê Pûtîn û Erdogan mijara moşekên S-400an guftigo bikin
    Peskov: Pûtîn û Erdogan wê mijara genim jî biaxivin
    Pûtîn û Trump ji bo koordînasyona tekoşîna terorê hevdîtin kir
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskow, Soçî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de