21:01 21 Hezîran 2018
Kruvaziyer

Rûsya keştiyek nû bo bahr û çeman çêkir dê li dor gola Hazarê bigere

© Foto: Carnival Corporation
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Svetlana Gonçarova, Alîkara Midûrê Giştî yê Kompanyaya Mosturflotê ya Rusî, destnîşan kir ku keştiya bi motora dîzel dixebite ya Bahr û Çeman di sala 2019an de dê derkev e piyaseyê.

Svetlana Gonçarova Alîkara Midûrê Giştî yê Kompanyaya Rûsî ku navenda wê li Moskowe, ragihand îhtîmaleke mezin e  dê keştiya bahr û çeman ji Bakuyê derkev e rê û li dora gola Hazarê de tûrekê bavêje.

Gançarova da zanîn keştî li perava Astrahanê di kargeriyek ya keştiyan de hatiye çêkirin û motorê wê bi herka dîzelê dixebite. Gonçarova her wiha bibîr xist wan ji bo keştiyeke dî jî peyman bi kompanyaya binavê Vodohodî re çêkiriye.

'DÊ KEŞTÎ DI BAHRA HAZARÊ DE JÎ BIXEBIT E'

Li gorî agahiyên ku Gonçarova, dane keştiya yekemîn di sala 2019an de dê derkev e rê, lê hêj cihê ku lê bigere rast e rast ne diyar e. Wê destnîşan kir ji ber ku keştî hem di bahrê de hem di golû çeman de jî dikar e biçe hêj wan îstiqameta keştiyê diyar nekirine.

Bi heman mijarî:

Muretebatê keştiya rûsî ku li Deryaya Reş binav bibû vegeriyan Rûsyayê
Li Gola Wanê keştiya rûsî hat dîtin
Keştiya balafir a rûsî Kuznetsov ji Sûriyeyê vediqete
Keştiya Rûsî li peravên Stenbolê asê bû
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de