17:23 26 Îlon 2017
Zindî
    Avahiya FSBê ya Moskovayê

    ‘Kesê ku di êrişa FSBê de jiyana xwe ji dest da Ozbek bû'

    © Sputnik/ Prihodko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1420

    Hat diyarkirin ku kesê di êrişa çekdarî ya li dijî avahiya FSBê hate kirin de jiyana xwe ji dest da ji Ozbekistanê bû.

    Balyozê fexrî ê Kirgizîstanê yê li Habarovskê Qadirbek Mirzobayev diyar kir ku ziyaretvanê li avahiya Servîsa Ewlehiya Netewî (FSB) ku di dema êrişê de jiyana xwe ji dest da ji Ozbekistanê bû.

    Mirzobayev di axaftina xwe ya Sputnikê de got: "Cenazeyê kesê ku di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da şandin welatê wî. Ew azib bû û malbatek wî Habarovskê tune bû."

    Di êrişa ku 21ê Nîsanê li salona ziyaretvanan ya avahiya FSBê hat kirin de 1 jê ziyaretvan 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Êrişkar jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû kuştin.

    Bi heman mijarî:

    FSB: ‘Du kesên ku amadekariya êrîşa terorî dikirin hatin kuştin'
    FSB: Birayê êrişkarê St. Petersburg Azimov hate girtin
    FSB: Yek ji organîzatorên êrîşa St. Petersburgê hat girtin
    Pûtîn ji ber kuştina Karlov ferman da FSB, SVR û Karên Derve
    Etîketan:
    fsb, êrişa çekdarî, Qadirbek Mirzobayev
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de