14:48 24 Çile 2018
Zindî
    Sînorê Sûriye-Tirkiye, Hatay

    Rûsyayê 14 Tirkiyeyê jî 13 binpêkirinên agirbestê li Sûriyeyê tespît kirin

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê Moskowa 14, Tirkiyeyê jî 13 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Li gorî agahiyên li ser sîteya înternetê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê beşa rûsî ya Komîsyona hevpar a Tirkiye-Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Şamê (8), Lazkiyeyê (3), Hama (2) û Derayê (1) bi tevahî 14 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Beşa komîsyonê ya Tirkiyeyê jî li Şamê (5), Hama (5), Hums (1), Îdlib (1) ve Lazkiyeyê (1) car, bi tevahî 13 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Beşa Rûsyayê destnîşan kir ku tespîtên Tirkiyeyê ya binpêkirinên agirbestê piştrast nekirine.

    ‘HEJMARA HERÊMÊN KU JI DAIŞê HATIN RIZGARKIRIN GIHÎŞTIN 228AN'

    Hate diyarkirin ku hejmara herêmên ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ji DAIŞê hatin rizgarkirin ji destpêka salê ve gihîşt 228an.

    Ji aliyê din ve Artêşa Sûriyeyê di 24 saetên dawî de kontrola 6 kîlometrokarê bidestxistine.

    HERÊMÊN KU BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN GIHÎŞT 1468AN

    Navendê şopandina agirbestê da zanîn ku du herêmên Derayê jî, beşdarî peymana agirbestê bû ne û hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt hezar û 1468an.

    Hate ragihandin ku hevdîtin bo agirbestê bi komên muxalîfên li herêmên Haleb, Şam, Hama û El Kuneytrayê dewam dike, lê hejmara muxalîfên ku beşdarî agirbestê bûne jî ne guheriye.

    Bi heman mijarî:

    Haddad: Şam li dijî parçebûna Sûriyeyê ye
    Siyasedmedarekî misrî: Tirkiye piştgiriya terorîstên li Sûriyeyê dike
    Şewirmendekî leşkerî yê rûsî li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
    Asya Abdullah:ʹBêyî PYDê çareseriya aloziya Sûriyeyê ne mimkûn e
    ‘Amerîka ji Iraqê û Sûriyeyê mîlîtan sewqî Yemenê dike'
    Almanya: Em ji hevkariya li Sûriyeyê yên Rûsya Tirkiye û Îranê bifikar in
    Etîketan:
    herêm, daxuyanî, DAIŞ, binpêkirin, Wezareta Parastin a Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de