18:53 22 Çile 2018
Zindî
    leşkerên rûsî

    Leşkerekî rûsî li Ermenistanê hat kuştin

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Hate ragihandin ku di dema pevçûnê de leşkerekî rûsî Dmîtriy Lapayev li bajarê Gumruyê Ermenistanê ku li baregeha leşkerî ya Rûsyayê bû hatiye kuştin.

    Hate diyarkirin ku kesekî mirî bi unîformaya leşkeran li bajarê Gumruyê ya Ermenistanê ku baregeha leşkeri ya Rûsyayê li wir e hatiye dîtin.

    ​Dozgerê herêma Şîrakê ku derberê bûyerê de lêkolîn dike Karen Gabrielyan daxuyanî da Sputnikê. Gabrielyan got: "Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin kesê jiyana xwe ji dest daye, leşkere rûsî ku ev demekê ye winda bû Dmîtriy Lapayev e."

    Kesên şahide bûyerê, destnîşan kirin ku kesê jiyana xwe ji dest da, di dema pevçûnê de hatiye kêrkirin û jiyana xwe ji dest daye. Rayedarên Ewlekariyê bo hînbûna sedema mirina leşkerê rûsî lêpirsîn dan destpêkirin.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Şaxa Çapameniyê ya Herêma Leşkerî ya Başûr ê Hêzên Çekdarên Rûsyayê piştrast kir ku kesê hatiye kuştin leşkere rûsî ye. Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku leşker di dema pevçûnê de hatiye kuştin.

    Hate diyarkirin ku kesên tevlî pevçûnê bûne hatine desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Generalê rûsî: Leşkerên me yên li Sûriyeyê bi pergala parastina modern têne parastin
    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Le Monde: Hatina leşkerên Rûsî bo Efrînê dawîhatina Mertala Firatê ye
    Amerîka: Li Minbicê çavê me û leşkerên rûsî bi hev ket
    Leşkerên polîs yên rûsî wê rêkûpêkiyê li Sûriyê cîbecîbikin
    Wezîrê Rûsî Şoygu bi minasebeta 8ê Adarê pîrozî li leşkerên jin kir
    Etîketan:
    kuştin, pevçûn, Sputnik, Dmîtriy Lapayev, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de