04:45 23 Çile 2018
Zindî
    Pergala parastina hewayî ya Rûsyayê

    Ozerov: Em amade ne pergala parastina hewayî bişînin Sûriyeyê

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Komîteya Parastin a Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Ozerov di axaftina xwe de ragihand ku em amade ne pergala parastina hewayî bişînin Sûriyeyê.

    Vîktor Ozerov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Em dikarin pergala parastina moşekên hewayî wekî pêşeng bişînin Sûriyeyê. Heke peymanek were morkirin û lihevhatinek çêbibe tu pirsgirêk di şandina pergala parastina moşekan de tuneye. Lewra Sûriye bi terorîstan re şer dike. Rûsya jî dê div î warî de piştgiriya wê bike."

    Ozerov di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Di şandina pergala parastina moşekên hewayî bo Sûriyeyê de tu ihlala qihûha navneteweyî tuneye ji bo ku ev pergal ji bo armanca parastinê dê werin bikaranîn."

    Ev axaftina Ozerov piştî hevpeyvîna Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ku ji ajansa Spûtnîkê re gotibû ‘ji bo pergala parastina moşekên nû em bi Rûsyayê re hevdîtinan dikin' hat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Ozerov: Rûsya amade ye bi DYAyê hevkariyê bike
    Ozerov: "Emê li Baregeha Hmeymîmê pîsteke nû ava bikin"
    Ozerov: Li dijî terorê li pêş hevkariya bi Tirkiyeyê re astengî tune ye
    Esad şertên hevdîtinên bi mixalefetê re eşkere kir
    Îtalya: Esad bi saya Rûsyayê bihêztir bû
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên hewayî ya Rûsyayê, Serokê Komîteya Parastin a Konseya Federasyona Rûsyayê, Vîktor Ozerov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de