18:30 29 Nîsan 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Astengkirina OPCWê ya vekolîna Idlîbê nîşaneya têkbirina Esad e

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3540

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku astengiya pêşniyara vekolîna Idlîbê ya Moskowê ji terefê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve nîşaneya têkbirin a Esad e.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina hemkarê xwe yê çînî Wang Yi li Astanaya Kazakistanê di axaftina xwe ya civîna çapamenî de got: "Duhî pisporên me ji bo ku êrişa kîmyewî ya li Sûriyeyê ji terefê heyeteke Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) were vekolîn pêşniyar pêşkêş kirin, lê bêyî ku daxuyaniyekê bikin pêşniyar hat redkirin. Herwiha hat îdîakirin ku pisporên îngîlîz û frensî ji cihê bûyerê nimûne girtine, lê kesî bersiva pirsên me ku ev nimûne ji kur hatin girtin, kê girtin û birin kur neda."

    ‘XUYAYE DIXWAZIN VAN AGAHIYÊN DEREW LI DIJÎ ESAD BI KAR BÎNIN'

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîna min ev rewşeke pir cidî ye. Lewra ev jî eseh bû ku dixwazin bi agahiyên derew ên êrişa kîmyewî ya li bajarê Idlîbê îstîqrara Sûriyeyê têk bibin û rejime biguherînin. Xuyaye dixwazin van agahiyan li dijî Esad bi kar bînin."

    Rûsya û Îranê ji bo vekolandina êrişa çekên kîmyewî ku tê îdîakirin hikûmeta Sûriyeyê pêk aniye pêşniyarek pêşkêşî OPCWyê kiribû, lê pêşniyar bi piraniya dengan hatibû redkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Ji bo Rûsyayê li Sûriyeyê yek planek çareseriyê heye
    Lavrov: Amadekariya provokasyonên madeyên kîmyewî li Sûriyeyê tê kirin
    Lavrov: Generalê sûriyeyî yê firarî daxuyaniyên xwe di binê zorê de dane
    Lavrov bi hevkarê xwe yê Çînê re mijara Sûriyeyê axivî
    Lavrov: Hevdîtina me bi Tillerson re baş bû, me zêdetir hev fêhm kir
    Etîketan:
    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de