18:35 24 Gulan 2017
Zindî
    Duma

    Li Rûsyayê pêşniyara ji bo her kesî erdên belaş

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1062

    Parlamentarê Partiya Rûsyaya Dadwerî Oleg Nîlov bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amadekariyê li ser pêşniyar qanûna dayîna erdên belaş bo hemwelatiyan dikin.

    Oleg Nîlov di daxuyaniya xwe de got, ew ne tenê ji bo erdên li Herêma Rojhilata Dûr ji bo erdên seranserê Rûsyayê dixwazin ji hemwelatiyan re erdên belaş werin dayîn.

    Nîlov ragihand ku ew amadekariyê ji bo pêşkeşkirina Dumayê ya pêşniyar qanûna erdên belaş dikin û li ser mebesta vê pêşniyarê ev agahî da: "Di nav çend salan de, dê li welatê me bi saya vê yasayê rewşa aborî were başkirin û çîneke sosyal a nû derkeve holê."

    Li Rûsyayê berî niha ji bo pêşxistin û geşepêdana Herêma Rojhilata Dûr a Rûsyayê li 1ê Tîrmeha 2016an yasayeke dayîna 1 hektar erdên belaş bo hemwelatiyan hatibû pesendkirin.

    Di vê çarçoveyê de jî wekî pîlot ji bo 3 malbatên li herêma Arhanskiy ya sînorê Çînê û Rûsyayê ku 50 hezar hektar erd û 500 hezar daristan lê heye, erdên belaş hatibûn dayîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Siyasedmedarekî misrî: Tirkiye piştgiriya terorîstên li Sûriyeyê dike
    Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ket lîsteya 'Pêşengan' a Kovara TIME
    Ji Kremlînê li ser serdana Erdogan a Rûsyayê daxuyanî
    Şewirmendekî leşkerî yê rûsî li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da
    Muxtarê berê ji endamtiya DAIŞê hat girtin
    Esad: ‘Îdiayên êrişa kimyewî bahaneya lêxistina baregeha Şayratê bû'
    ‘Azîmov pereyê bo êrişê ji endamê DAIŞê ê li Tirkiyeyê girt'
    Etîketan:
    Pêşniya erdên belaş, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de