22:27 21 Îlon 2017
Zindî
    Abror Azimov

    ‘Azîmov pereyê bo êrişê ji endamê DAIŞê ê li Tirkiyeyê girt'

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3831

    Hat ragihandin ku Akram Azîmov ê birayê mezin ê Abror Azîmovê ku wekî gumanbarê êrişa bombeyî a metroya St. Petersburgê hatiye girtin, pereyê hewcê ê bo êrişê ji endamê DAIŞê ê li Tirkiyeyê standiye.

    Komîteya Lêpirsînê a Rûsyayê îro Dadgeha Basman a Moskowê, derbarê daxwaz xwe ya girtina Akram Azîmov de rûniştinek li dar xist.

    Di biryara dadgehê a ku daxwaza girtina Akram Azîmov dike de wiha tê gotin: “Akram Azîmov bi rêya telefonê bi êrişkarê metroya St. Petersburg Ekbercan Celîlov re hevdîtinek pêk anî û pereyên ku ji endamê rêxistina terorî ê li Tirkiyeyê girtibû da Azîmov.”

    ‘AZÎMOV BO REHETIYA TERORÎSTÊN LI RÛSYAYÊ, BELGEYÊN SEXTE AMADE KIR’

    Di daxuyaniya dadgehê de nayê gotin ku bê terorîstê li Tirkiyeyê endamê kîjan rêxistinê ye û wiha tê gotin: “ Di encama lêpirsînê de derket holê ku Azîmov bi Celîlov re têkilî daniye û pereyên li ba xwe daye wî. Azîmov pereyan ji endamekê rêxistineke terorî ya navnetewî ya çalak girt. Li gel vê yekê Azîmov ji bo terorîstên li Rûsyayê karibin bi rehetî tevbigerin, belgeyên sexte amade kiriye.”

    ‘AZÎMOV 2 CARAN ÇÛ TIRKIYEYÊ'

    Ji aliyê din ve di belgeyên dadgehê de tê amajekirin ku li gorî agahiyên ku ji pasaporta Akram azîmov hatine girtin,  Azîmov di Rêbendana 2016an û Adara 2017an de çûye Tirkiyeyê.

    Servîsa Ewlehiya Federal (FSB) duh ragihandk ku  birayê Abror Azîmov ê ku wekî gumanbarê êrişa bombeyî a metroya St. Petersburgê hatibû girtin, Akram Azîmov duh di encama operasyonekê de li Moskowê hatiye girtin.

    Berdevka Komîteya Lêpirsînê Svetlana Petrenko, amaje kiribû ku bo gumanbar bê girtin wê serî li dadgehê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Amadekarê xwekujê St. Petersburgê sûcê xwe qebûl kir
    FSB: Yek ji organîzatorên êrîşa St. Petersburgê hat girtin
    Hejmara miriyên êrişa St. Petersburgê gihîşt 15an
    Qurbaniyên êrîşa metroyê li St. Petersburg û Moskowê hatin bîranîn
    Etîketan:
    rêxistina terorî, êrişkar, daiş, abrar celîlov, akram azîmov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de