17:18 22 Hezîran 2017
Zindî
    OPCW

    Rûsya û Îranê ji bo Idlîbê pêşniyareke li OPCWyê kir

    © AFP 2017/ BAS CZERWINSKI / ANP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2050

    Rûsya û Îranê pêşniyareke nû ji bo lêpirsîna êrişa kîmyewî ya herêma Xan Şeyxûna Idlîn a Sûriyeyê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir.

    Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Aleksandr Şulgîn ragihand ku di vê pêşniyarê de me cih da nêrîna hinek welatan. Me pêşniyara xwe ku bi Îranê re nû kir pêşkêş kir. Delegeyên rojavayî ji vê aciz bûn. Lê ji bo ku em sibê bikaribin bicivin li hev kir û me ji wan re got bi partnerê xwe re em ê pêşniyara xwe pêşkêşî dengdanê bikin."

    ‘ME NÊRÎNÊN PARTNERÊN XWE JÎ LI BER ÇAV GIRT'

    Aleksandr Şulgîn derbarê naveroka pêşniyarê de agahî dan û got: "Me nêrînên partnerên xwe jî yên derbarê mijarê de li ber çav girtin. Me daxwaz kir ku lêpirsîn ji terefê mîsyona rêxistinê ve were şopandin û weke hefteya borî bila ne qismî bi tevahî be. Hinek welatan ji bo pêşniyara me kêfxweşiya xwe nişandan û gotin em amade ne pisporên xwe bişînin."

    ‘DIVÊ HEYET HERE BAREGEHA ŞAYRATÊ JÎ'

    Şulgîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîn û baweriya me divê heyeta OPCWyê bi çûna Xan Şeyxûnê raneweste, herwiha divê here baregeha Şayratê ku Amerîka bi îdîaya hebûna çekên kîmyewî êriş pêk anî."

    ‘DIBE AMERÎKA TIŞTIN VEŞARTIBIN'

    Dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hevkarên me yên amerîkî ji bo ku pêşniyar neyê qebûlkirin hewldana qanihkirina delegeyan dike. Ev jî mirov digihîneke baweriyeke ku dibe Amerîka li wir tiştna vedişêre."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Tespîtên li ser Xan Şêxûnê ne Tirkiye, divê OPCW bike
    OPCW dê li Helebê lêkolînê li ser delîlên bikaranîna çekên kîmyewî bike
    OPCW: Li Sûriyeyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
    Lavrov: Amadekariya provokasyonên madeyên kîmyewî li Sûriyeyê tê kirin
    Rûsya: Ti kesî ji ber jehrîbûna bi çekên kîmyewî serîlêdan nekiriye
    Etîketan:
    Rûsyayê pêşniyareke nû pêşkêşî OPCWyê kir, Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Êrişa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê, Aleksandr Şulgîn, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de