12:16 24 Hezîran 2018
İngiltere Dışişleri Bakanı Boris Johnson

Johnson xwest Rûsya beşdarî Koalîsyona Navnetewî bibe

© REUTERS / Alessandro Bianchi
Rûsya
Lînkê kurt
0 22

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Borîs Johnson bang li Rûsyayê kir ku piştgiriya xwe ji bo Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad bikişîne.

Wezîrê Brîtanî di gotareke xwe ya rojnameya Sunday Telegraph de bang li Rûsyayê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo Esad bikişîne û beşdarî Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê bibe.

Johnson wiha nivîsî: "Rûsya dikare ji bo pêwendiyên xwe yên stratejîk biparêze bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re têkiliyên baştir saz bike û ji bo hêviya ji nû ve avadankirina Sûriyê ji aliyê welatên rojava ve beşdarî hevpeymaniyê bibe."

Borîs Johnson got, ‘Pêwîst e Rûsya li beramberî vê jî soza pêkanîna agirbestê û dawîanîna bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên bermîlan bide ku Sûriyeyîyan ji ‘tîraniya Esad rizgar bike' û çareseriya siyasî pêk bîne."

 

Bi heman mijarî:

Li Tirkiyê tenê 3 rojên OHALê man
Rûsya naxwaze senaryoya Iraqê li Sûriyê dubare bibe
Pûtîn Paskalya li Katedrala Îsayê Rizgarker pêşwazî kir
Li 8 navçeyên Çewlikê herêmên ewlekariyê hatin ragihandin
Li bajarên kurdan îdia û agahiyên xapandinên dengdanê
Îdiaya ku li Rihayê dengên 'erê' bi tomerî hatin mohrkirin
Li Amedê pevçûn: 3 kes mirin
Etîketan:
Borîs Johnson, Rûsya, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de