09:11 22 Gulan 2018
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Peskov: Îdîayên me êrîşên sîberê pêk anîne derew in

    © Sputnik / Sergey Guneyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov derbarê îdîayên nivîsgeha namzetê serokatiya Fransyaê Emmanuel Macronî yên dibêjin Rûsyayê êrîşên sîberê li wan kirine û nûçeyên derewan belav kirin de axivî.

    Nivîsgeha Macronî îdîa kiribû ku Rûsya ye ya ku êrîşên sîberê li dijî wan pêk tîne û nûçeyên derew derbarê namzerê serokkomariyê de belav dike.

    Peskovî derbarê mijarê de wiha got: "Teqez em li dijî van tawanbarkirinên bi vî awayî ne. Ev îdîa ji binî ve bêbingeh in. Qet nabe ku êrîşên sîberê yên Moskowê bi awayekî fermî hebin."

    Ji aliyê din ve, Peskovî destnîşan kir ku banka, sazî û nûneriyên fermî yên rûsî yên li Moskowê niha qurbanên êrîşên sîberê ne.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: agahiyên dibêjin Rûsyayê têkiliya Şamê bi bûyerên Idlibê re veşartiye, derew in
    Peskov: Ji bo Sûriyeyê di navbera me û Tirkiyeyê de fikrên cuda hene
    Peskov ji bo nûçeya 'xeta sor' bersiva Reutersê da: Haya me jê tine
    Peskov: DYAyê beriya ku li Sûriye bide agahî dabûn me
    Peskov bersiva îdiayên Idlibê da: Rûsya dê li ser piştgiriya Esadî berdewam be
    Etîketan:
    Dmitriy Peskov, Emmanuel Macron, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de