07:59 23 Gulan 2018
    SPIEF

    Programa sereke û stûnên giring ên SPIEFa 2017an hatin piştrastkirin

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Temayên giring û stûnên sereke hatine pesendkirin ji bo bernameya karî ya Foruma Navneteweyî ya St. Petersburgê ya ku dê di 1-3ê Hezîrana 2017an de bê lidarxistin.

    Îsal forum dê di bin temaya "Bidestxistina Hevsengiyeke Nû li ser Qada Cîhanî" de bicive.

    Nîqaş dê li ser 5 stûnên sereke bê dabeşkirin:

    — Birêveberina Derdora Macro

    — Ajandeya Aboriya Rûsî

    — Himbêzkirina Astengkerên Teknîkî

    — Rawestandina li ser Hokarên Mirovî

    — Rêzezincîra Pêşbîniyan

    Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li gek Sekreterê Giştî yê NYyê António Guterres û hinekên din dê beşdarî forumê bibin.

    Programa SPIEFyê dê ji Foruma Karî ya BRICSê û Foruma B20ê ya li ser veberhênan û bazirganiya navdewletî, Birêveberên Sazûmanî yên Forûma Rûsî-Hindî, Birêveberên Sazûmanî yên Lûtkeya Enerjiyê ya gerdîşî û diyalogên karî pêk were ku yên Rûsya-DYA, Rûsya-Fransa, Rûsya-Amerîkaya Latînî, Rûsya-Swîsra, Rûsya-Japonya, Rûsya-Afrîkya û hinekên jî tê de ne. Ev taştê jî dê werin lidarxistin: Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê(YAEA), Stratejiya Bipêşxistina Pîşesaziya Farmakalojîk û taştêya Teknolojiya Enformatîv(TE). Danişînên Rêxistina Yekîtiya Şanghayê û Klûba Valdaiyê hatine plankirin. Danişînên Festîvala Cîhanî ya Ciwan û Xwendekaran dê ji bo cara yekem li gel vê Forumê were lidarxistin.

    Etîketan:
    form, Narendra Modi, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de