02:54 19 Çile 2018
Zindî
    Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

    Merasîma cenazeya YPGyiyên DYAyê bi şaşî ew kuştibûn hat lidarxistin

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Merasîma veşartina cenazeyên wan 18 YPGyiyan ên ku Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi şaşî li wan xistibû hat lidarxistin.

    Cenazeya 18 YPGyiyên ku DYA ji hewayî bi şaşî ew kuştibûn hat rakirin. Cenaze ji navçeya Girê Spî hatin veşartin. Li gorî nûçeya Duvarê, Serokê Kantona Kobaniyê Enwer Muslim beşdarî merasîmê bûye.

    Herwiha li gorî nûçeyê, di merasîmê de axiftinên bi erebî hatine kirin lê ti agahî derbarê hûrgiliyên êrîşê de nehatiye dayîn.

    Wezareta Parastinê ya DYAyê(Pentagon) duh ragihandibû ku li herêma Tebqayê bi şaşî li hevbendê xwe HSDê xistiye. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku hevpeymanê di 11ê Nîsanê de êrîşeke hewayî bi şaşî li dijî HSDê pêk anîbû û di encamê de 18 endamên wê hatibûn kuştin.

    Hêjayî gotinê ye ku YPGê hêza sereke û pêşeng e di nav HSDê de

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
    YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava berdewam dikin
    Berdevka Xezeba Firatê: YPG û HSD naxwazin şerê Tirkiyeyê bike
    FT: YPG, Amerîka pêşniyara me qebûl kir
    Etîketan:
    HSD, Pentagon, YPG, Tebqa, Sûriye, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de