10:15 20 Çile 2018
Zindî
    Welîd Muelim - Sergey Lavrov - Muhemed Cewad Zerif

    Civîna sêalî ya Sûriyeyê: Êrîşa DYA dubare bibe, encamên cidî dê derkevin holê

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 60

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî êrîşa DYAyê li ser Sûriyeyê bi hevkarên xwe yên îranî û sûrî re civîneke sêalî li dar xist û piştî wêcivîneke çapemeniyê li dar xist û tê de wiha got, Moskow, Tehran û Şam wiha difikirin ku divê DYA rêz li serweriya Sûriyeyê bigire."

    Piştî wê êrîşa 7ê Nîsanê ya DYAyê li ser Sûriyeyê ya ku tê de îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê bi kar anîbûn û pêk anîbû, Lavrov cara yekem bi hevkarê xwe yê sûrî Welîd Muelim û yê îranî Muhemed Cewad Zerîfî re civiya.

    Piştî civîna hersî wezîran, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Lavrovî careke din dupat kir ku êrîşa DYAyê li ser Sûriyeyê 'binpêkirina hiqûqa navdewletî ye û çalakiyeke êrîşkar e' û wiha got, "divê DYA û hevbendên wê rêzê li serweriya Sûriyeyê bigirin û em birijd in ku bûyera 7ê Nîsanê çêbû, careke din dubare nebe. Nexasim dubarekirina çalakiyên wiha,him liser asta herêmî û him jî ya cîhanî, dê encamên cidî derxîne holê."

    MUELIM: ÇIMA DYAYÊ PÊŞNIYARA ME QEBÛL NAKE

    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelim ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê birijd e ku xaka Sûriyeyê ji terorê paqij bike.

    Herwiha Muelimî di civîna çapemeniyê de spasiya Îran û Rûsyayê kir ji ber piştgiriya wan û got, ev civîna bersiveke xurt bû, piştî êrîşa DYAyê.

    "BALAFIRÊN SÛRIYEYÊ ÊRÎŞA KÎMYEWÎ PÊK NEANÎYE"

    Derbarê çekên kîmyewî de jî, Muelimî wiha got, "Sûriye çend caran ragihandiye ku çekên wê yên kîmyewî tine ne û tiştên li Xan Şeyxûnê qewimîn, operasyoneke hûnandî bû û balafirên Sûriyeyê ti çekên kîmyewî bi kar neanîne, heta li dijî terorîstan jî û wiha pê de çû: Em bikaranîna van çekan şermezar dikin û lewra jî me xwest ku lijneyeke vekolînê ya navdewletî, bêalî û profesyonel bê damezirandin daku serdana Balafirgeha Şeyrat û Xan Şeyxûnê bike.

    Derbarê lêpirsînê û hewlesta DYAyê de, Muelimî wiha got," Pirsyara rasteqîn ew e, çima DYA ji pêşniyara me ya damezirandina lijneyeke lêpirsînê ditirse" û teqez kir ku DYA dê qebûl neke ku lêpirsîneke pak derbarê çekên kîmyewî de pêk were."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Îsraîl li Palmirayê piştgiriya hewayî da DAIŞê
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Lavrov û Tillerson bi mijara Sûriye û Ûkraynayê dicivin
    Miqdad: Bê Esad Sûriye bi hilweşandinê re rû bi rû dimîne
    Sûriye: Em dê rêbaza parastina ji êrişên Amerîkayê bi alîkariya Rûsyayê bibînin
    Mogherini: Ji bo krîza Sûriye em li dijî çareseriya rêbazên leşkerî ne
    Enqere: Êrîşa Amerîkayê bi ser Sûriye de watedar e
    Etîketan:
    Welîd Muelim, Sergey Lavrov, Idlib, Sûriye, DYA, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de