08:31 23 Çile 2018
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: DYAyê bûyerên Idlibê ji bo êrîşî Artêşa Sûriyeyê bike bi kar anîn

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got, DYAyê îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê ji xwe re kirin behane daku êrîşî baregeha leşkerî ya Şeyratê ya Sûriyeyê bike û nekarî îspat bike ku Artêşa Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar anîne.

    Konaşenkov bi rojnamevanan re axivî û got, Pentagon wek stratejiya xwe ya herdem, bûyerên Idlibê bi "îdîaya ku tawan pêk hatiye" bi kar anîn daku êrîşî dewleteke serbixwe bike.

    'DELÎL ÇIQASÎ SEXTE BIN, NEPENIYA WAN EWQASÎ ZÊDE DIBE'

    Herwiha Konaşenkovî teqez kir ku DYAyê nekariye yek delîlî jî pêşkêş bike ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li dû êrîşa Kîmyewî ye ya tê îdîakirin ku li Idlibê pêk hatiye û wiha pê de çû: "Wek çawa hemû cûreyên êrîşkariya leşkerî yên ji aliyê DYAyê ve li dijî dewletên serbixwe bûye kevneşopî, dîsa jî zalimitiya Pentagonê bi awayekî ku 'guman qet tê de tine û li ber çavan' tê nuximandin. Ev delîlên sexte çiqasî hûnandî bin, 'nepeniya' wan jî ewqasî zêde dibe."

    Rayedarê rûs derbirî ku eger DYA wan delîlên, bi wan îdîa dike, Esad di bûyerên Idlibê de tawanbar e, bi raya giştî ve parve neke, ew dê were wê wateyê ku ew delîl tine ne.

    Ev daxuyaniya Konaşenkovî, piştî nûçeya duh CNNê parve kiribû hat.

    Di nûçeyê de hatibû îdîakirin ku artêşa DYAyê û yekîneyên wê yên istixbaratê derbarê wê êrîşa ku tê îdîakirin li Xan Şeyxûna Idlibê pêk hatiye de axiftineke bi dest xistiye ku tê de "artêşa Sûriyeyê û pisporên çekên kîmyewî yên wê li ser amadekariyên êrîşê diaxivin."

    Tê îdîakirin ku bêtirî 80 kesî di wê êrîşa îdiakirî de hatine kuştin û 200 jî birîndar bûne.

    Piştî wê Artêşa Sûriyeyê wek berpirysar ji vê êrîşa hatibû hesibandin lê artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku çekên kîmyewî di destên wan de tine ne û ew tişt di dema lêdana embareke çekên kîmyewî ya rêxistinên cîhadîst de pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Sûriyê: Piştî Helebê cihê germ Idlib e
    Lavrov, armanca operasyonên hêzên rûsî yên Idlib û Hûmsê eşkere kir
    Rûsya: Emê hewil bidin ji bo Idlibê lêkolîneke bêalî bê kirin
    Hat îdiakirin ku DYAyê li Idlibê li Heyva Sor a Sûriyê daye
    Milîtanên li Lezqîyê ji ber Artêşa Sûriyeyê vekişiyan Idlibê
    Militanên ku li Derayê çek bernedan derbasî Idlibê bûn
    Etîketan:
    Îgor Konaşenkov, Xan Şeyxûn, Sûriye, Idlib, DAY, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de